Der barê rojnameger Ceylan Şahînli piştî 6 salan dozek nû

Der barê rojnamegera girtî Ceylan Şahînli de ji ber bejdarî çalaki û parvekirinên li ser medyaya dijital, piştî 6 salan doz lê hat vekirin.

Navenda Nûçeyan- Xebatên rojnamegeriyê weke hêcet tê nişan dan, Nûçegihan Ajansa Mezopotamya (MA) Ceylan Şahînli ku li girtîgeha girtî ya jinan ya Sîncamê tê girtin, der barê wê de dozek nû hate vekirin.

Di ideanameya ku ji aliye serdozgeriya komarê ya Enqere ve hatî amadekirin, beriya ku Ceylan Şahînli dest bi rojnamegeriyê bike di sala 2017’an de li Enqere bejdarî çalakiyan bûye tê sûcbar kirin.

Biranîn bûn mijarên sûcê

Ji fermandarên Hêzên Azadiyê yên Yekbûyî (BOG) Ulaş Bayraktaroglû dema li gel Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li dijî DAIŞ’ê şer dikir, di 9’ê Gulana sala 2017’an de jiyana xwe ji dest da û tevlibûna merasîma bîranîna Ulaş Bayraktaroglû weke sûc hate nîşandan.

Her wiha gelek çalakî û xwepêşandanên ku Ceylan Şahînli tev li bûye jî di îdianameyê de weke sûc hatin destnîşankirin. Ceylan, di 5’ê Gulana 2017’an de ji bo protestokirina êrişên hewayî yên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê û bîranîna endamên BOG’ê Asiye Ozlahlan, Ozge Balî, Cenk Kilagoz û Yûsûf Akay tev li çalakiya li Parka Haci Bektaşî Velî ya li Mamak a Enqereyê bûbû. Tevlibûna van çalakiyan di îdianameyê de hatin bicihkirin û li kêleka wê jî parvekirinê Ceylan Şahînli yên li ser medyaya dijital bû mijara ideanemyê. 

 Danaşîna yekem sibe ye

Dozger, xwest ku Ceylan ji ber “Propagandaya rêxistinê” were cezakirin. Îdianame ji hêla 20’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ve hate qebûlkirin û danişîna yekem ya dozê dê sibe were dîtin.