Li ser parlamentera ku zarokên mexdûrên erdhejê pirsî gilî

Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî der barê Seroka Şaxa Jinan a CHP'ê Aylîn Nazliaka ya ku aqûbeta zarokên mexdûrên erdhejê yên bê refakat pirsî de gilî kir.

Navenda Nûçeyan – Ji ber erdhejên navenda wan Mereşê gelek ziyanên can û mal çêbûn, ji ber nerêxistinkirina rayedarên dewletê ya di dema xwe de karesateke mirovî ya mezin derket holê. Ji ber erdhejê bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan, kesên ku bi rojan ji bin xirbeyan bang kirin jî terkî mirinê hatin kirin. Hin jî nikarin xwe bigihînin zarokên ku ji bin xirbeyê hatin derxistin. Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî jî der barê daxuyaniya Seroka Şaxa Jinan a Partiya Komarî ya Gel (CHP) Aylîn Nazliaka ya diyar kir ku zarokekî bê rafekat ya teslîmî kesên sêyemîn hatiye kirin de, ji Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê re gilî kir.

Hemû derfet hatin seferber kirin!

Daxuyaniya Wezaretê ya der barê giliyê de wiha ye: "Wekî wezaretê ji bo ku zarok ji her cure îhmal û êrîşê bên parastin û pêşketina tendurustî ya zarokan bê temînkirin û ji bo Tirkiyeyeke pêşkeftî bên amadekirin, plansazkirin û xebatên pêwîst bi baldarî tên koordînekirin. Di vê çarçoveyê de ji bo pêşketina derûnî û bedenî ya zarokan hemû derfet hatin seferberkirin. Em nikarin rê bidin berpirsekî partiyê ku bi awayekî ku bi temamî li dijî yasayên me ye û tevî erk û rayeya wê nîne jî, bi awayekî eşkere diyar bike ku ew zarokên ji ber erdhejê bê rafekat mane, bêyî agahdarî û destûra wezareta me li gel malbatan hatine bicihkirin.

Kesê mijarê gotinê di axaftina xwe ya di bernameya televizyonê de,  tevî diyar kir dizanibû ku divê zarokên bê rafekat di bin parastina wezaretê de bin û ev mijar di dema weşanê de vegot jî,  bi eşkere diyar kir ku zarokê me wek zarok radestî aliyên sêyemîn ên ku pêbaweriya wan ne diyare hatiye kirin  Ji bo vê yekê Wezareta me ji bo der barê kesê mijara gotine de doz veke, serî li Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê da û gilî kir."