Der barê Leyla Guven de îdianameyek nû
Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê der barê hevseroka KCD0’ê Leyla Guven de îdianameyek nû amade kir. Dozgeriyê xwest Leyla Guven bi îdiaya ‘tehrîkkirina gel ji bo kîn û dijminatiyê’ û ‘pesindayîna sûc û bersûcan’ were cezakirin.
Amed – Der barê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku li Girtîgeha Girtî ya jinan a Sîncana Enqereyê tê girtin, ji aliyê Serdogeriya Komarê ya Colemêrgê ve îdianameyek nû hat amadekirin. Di îdianameya ku der barê Leyla Guven de bi îdiaya ‘tehrîkkirina gel ji bo kîn û dijminatiyê’ û ‘pesindayîna sûc û bersûcan’ hat amadekirin de, hat dîtin ku axaftina Leyla Guven kiriye tenê behsa aştiyê dike.
Cih da axaftina Leyla Guven
Li gorî nûçeya JINNEWS’ê; di îdianameyê de hat diyarkirin ku Leyla Guven di 16’ê Îlona 2020’an de li Colemêrgê di daxuyaniyek bi mijara ‘Daxwazên Dayikên Aştiyê’ axiviye û ji ber vê yekê lêpirsîn hatiye destpêkirin. Di îdianameyê de wiha cih dane axaftina ku Leyla Guven kiriye: “Ji Colemêrgê Dayikên Aştiyê bang li yên ku Tirkiyeyê bi rêve dibin dikin û dixwazin daxwazên xwe yên aştiyê bigihîjînin. Dayika me bi zimanek gelek sade pirsgirêka Kurd anî ziman. Çiya, kevir şahidên êşên mezin ên ku me kişandine ne. Em bi salan ji vê erdnîgariyê hatin dûrxistin. Ziman, çand û hebûna me hat qedexekirin. Hemû çalakiyên me yên li dijî vê, xwestin terorîze bikin. Ên ku behsa dîn û îmanê dikin dengê vî gelî nebihîstin. Dilê me şewitî, bila dilê kesên din neşewite. Îro dayik ji bo silavkirina Deklarasyona Aştiyê ya ku HDP’ê di 13’ê Tebaxê de eşkere kir li hev kom bûne. Aştî dilpakî ye, aştî ked e, aştî hewldan e, aştî xweşiktî ye. Werin dest ji şer, xwîn û rantê berdin…”
Sûcdarî qebûl nekir
Di îdianemayê de hat diyarkirin ku axaftina Leyla Guven, gel tehrîkî kîn û dijminatiyê dike û jê parastinê pirsî. Leyla Guven wiha got: “Ev axaftin min, hemû peyvên min in. Lê belê li cihekî peyva ku em ê ji bo şer hewl bidin heye. Ew peyv peyvek ku ne bi zanebûn hatiye gotin e. Li wê derê min gotiye em ê ji bo aştiyê hewl bidin. Di daxuyaniya çapemeniyê ya ku min xwend de tu sûcek nîn e. Ez sûcdariya li min tê kirin qebûl nakim.”
Îfadeya ‘birêz’ hat pirsîn
Her wiha ji Leyla Guven peyva ‘birêz’ a ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi kar aniyê pirsî û Leyla Guven wiha bersiv da: “Hem di pergala hiqûqa Navneteweyî de hem jî di hiqûqa Tirk de ev îfade ne sûc e. Ez qebûl dikim ku min ev îfade bi kar aniye.”
Dozgeriyê xwest Leyla Guven bi îdiaya ‘tehrîkkirina gel ji bo kîn û diminatiyê’ û ‘pesindayîna sûc û bersûcan’ were cezakirin.