Der barê lêgerîna tazî ya li rojnamevan de biryara neşopandinê hat dayîn

Rojnamevan Esra Solîn Dal ku li girtîgeha Girtî ya Jinan a Bakirkoyê rastî lêgerîna tazî hat, giliyê sûc kiribû lê biryara neşopandinê hat dayîn.

Navenda Nûçeyan- Nûçegihana ajansa Mezopotamya (MA) Esra Solîn Dal ku di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Stenbol de di 23’ê Nîsanê de ji mala xwe hat binçavkirin û bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin, li gel Mehmed Aslan û rojnamevan Erdogan Alayumat di 21’ê Gulanê de hat tehliyekirin.

Esra Solîn Dal piştî hat girtin li girtîgeha Girtî ya Jinan ya Bakirkoyê mehek di hucreye de ma, li girtîgehê 2 caran rastî lêgerîna tazî hat. Li ser vê yekê parêzerê Esra Solîn Dal Ayşe Ozdemîr di 14’ê Gulanê de ji ber lêgerîna tazî li Serdogeriya Komara Bakirkoyê giliyê sûc kir.  Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de, Muduriyeta Saziya Ceza ya Înfazê ya girtî ya jinan a Bakirkoy, diyar kir ku dema lêgerîna tazî hatiye kirin, lêgerîn ‘ji bo civakê guncaw’ hatiye kirin.

Giliyê sûc û Muduriyeta Saziya Ceza ya Înfazê ya Girtî ya jinan a Bakirkoy beyan lêkolîn kir serdozgeriya Komara Bakirkoyê, diyar kir ku tu sûcek were lêkolînkirin nîn e, biryar neşopandinê da.