Der barê Komploya Navneteweyî belgefîlmekê tê amadekirin

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan der barê Komploya Navneteweyî belgefîlmekê têkildarî komployê amade bike.

Navenda Nûçeyan- Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan ku sala 2020`an hate avakirin, hewl dide belgefîlmekê der barê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan amade bike.

Maweya belgefîlmê 30 deqe ye û tê de behsa bandora ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser gelên Rojhilata Navîn û cîhanê tê kirin.

Belgefîlm dê di gelek civînên ku dema bê de li herêmê bêne lidarxistin, were pêşandan.

Akademiya Zanistên Civakî ya Rêber Abdullah Ocalan ji nivîskar, rewşenbîr û lêkolîneran pêk tê. Akademî li ser belavkirina perspektîfên Abdullah Ocalan dixebite. Heta niha bi zimanên Erebî û Kurdî gelek pirtûk û materyal derxistine.