Derbarê Eren Keskîn û Gulistan Yarkin de biryara beraetê
Hevseroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û endama Komîsyona ÎHD’ê ya li dijî nijadperestî û cihêkariyê Gulistan Yarkin ji doza ku ji ber bîranîna qirkirina Ermeniyan dihatin darizandin, beraet kirin.
Navenda Nûçeyan- Danişîna hevseroka giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn û endama Komîsyona ÎHD’ê ya li dijî nijadperestî û cihêkariyê Gulistan Yarkin ji doza ku di sala 2021’ê de ji ber bîranîna qirkirina Ermeniyan dihat dirizandin hat dîtin. Danişîna ku li 51’emîn dadgeha Cezayê giran, li Edliyeya Stenbolê hat ditin, Dayîka Şemiyê û parêzvana mafan Hanîfe Yildiz, sekretera Şaxa Stenbolê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Umit Efe, ji şaxa Stenbolê ya ÎHD’ê Leman Yurtsever, ji SPOD’ê Burcu Uçuran û Meral Çildir danişîn şopandin.
Polîsên sivîl ji salonê nehatin derxistin
Beriya ku danişîn dest pê bike parêzer Jiyan Tosun, xwest polîsên sivil ji salonê werin derxistin: heyeta dadgehê got: “Min daxwaza ewlehiyê nekir, ji ber danişîn ji her kesê re vekiriye ji ber wê ez kesê dernaxim.” Eren Keskîn got: “Ez bi azad parastina xwe nakim. Hebûna polîsên li vê derê li ser min dibe sedema zextê. Ez dixwazim derbikevin.” Lê belê dozger heman bersiv da û daxwaz qebûl nekir.
Eren Keskîn: Ez sala 1915’an weke sala qirkirinê dibînim
Di danişîna ku piştî tesbîta nasnameyan dest pê kir de dozger pirsa “Li dijî mutalaayê parastinek we heye?” kir. Gulistan Yarkin diyar kir ku li dijî mutalayê tiştek ku bibêje nîn e. Piştre Eren Keskîn ev tişt got:
“Me heqaret li kesê nekir. Em beriya ku Tirkiye ava bibe tiştên hatine jiyîn weke qirkirin difikirin. Ez di wê baweriyê de me ku dewlet vê fikrê berdewam dike, ez difikirim ku ev were nîqaşkirin. Ez difikirim ku wê ev erdnîgariya me azad bike, wê sûdê bide demokratîkbûna welat. Tu zagona ji bo îfadekirina me ya vê ne asteng e. Tirkiye di vê mijarê de hat mehkûmkirin. Dema ku dewleta hiqûqê bi van sûcan were pêşiya dozger, bibêje ‘biryara AÎHM’ê heye di vê mijarê de Tirkiye hat mehkumkirin, ez vê dozê venakim.” Ev der ne dewleta hiqûqê ye. Ez sala 1915’an weke qirkirin dibînim. Dewleta Tirk divê di vê mijarê de hevrû bibe û divê tazmînata ziyanan bide. Ez van sûcan qebûl nakim.”
‘Ji ber tweeta Suleyman Soylu doz hat vekirin’
Parêzer Jiyan Kaya jî ev tişt got: “Daxuyanî heta sala 2018’an, di 2018’an de hat qedexekirin. Sê kes hatin binçavkirin. Di biryara ku min pêşkêşî dosyayê kirî derbarê van kesan de biryara beraatê hate dayîn. Piştî sal derbaz bûn daxuyaniya ku me di sala 2021’an de dayî bû mijara darizandinê. Em difikirin ku eve ne darizandinek hiqûqiye, darizandinek siyasiye. Em difikirin ku divê mijarê de ji ber tweeta ku Suleyman Soylu avêtî ev doz hatiye vekirin. Li Trabzonê kesekê li CIMER gilî kir û li ser vê yekê doz hate vekirin. Me asta hiqûqî ya madeya 301 anibû ziman. Ez dixwazim biryara AÎHM ji bo we bi bîr bixim. Ez daxwaza beraatê dikim.”
Jiyan Tosun da zanîn ku fikra madeya TCK 301 were cezakirin û bi sedan kesan ji ber vê madeyê tên darizandin û wiha got: “Ji ber em bi dewletê re ne di heman fikirî dene, em rastî gelek darizandinan tên. Ev jî ji bo pêşketina civakê dibe asteng, dibe sedem ku civekek yek tîp ava bikin. Em ê her dem li dijî madeya 301 bin.”
'Ev dozeke siyasî ye'
Parêzer Gulseren Yolerî jî diyar kir ku beşdarî hemû parastinan dibe û da zanîn li holê nirxandinek dîrokî heye. Gulistan Yolerî, wiha got: “Em behsa daxwazek ku ji bo misogerkirina aştiya civakî hatiye kirin dikin, eşkere yê ku hemû nêrînên ji derveyî îdeolojiya fermî ya madeya 301’ê, wek gef tên dîtin. Ev doz dozeke siyasî ye. Darizandineke ku armanc dike parêzvanan mafan bitirsîne. Em dibînin ku daraz jî amûra vê tepisandinê ye. Em dibînin ku armanc bêdengkirina hemû parêzvanên mafên mirovan e. Pir eşkere ye ku daraz jî bûye amûr. Gelek biryarên darezê ku li dijî hemû zextan li ber xwe dide jî hene. Vegotin û daxwazkirina heqîqetê erka parêzvanên mafên mirovan e. Muwekîlên min vê yekê kirin û dê berdewam bikin jî. Ez ji dadgeha we daxwaz dikim ku biryara beraetê bide."
Dadgehê biryara beraetê da
Eren Keskîn herî dawî got: “Ez dixwazim bi kesên ku dibêjin ne qirkirin e bibim xwedî heman azadiyê.” Gulistan Yarkin jî got: “Ez beraeta xwe dixwazim.” Serokê dadgehê biryar eşkere kir, ji ber şert û mercên sûc nehatin tesbîtkirin, der barê Eren Keskîn û Gulistan Yarkin de biryara beraetê da.