Der barê aktîvîst Raheleh Ahmedî de dozek nû hat vekirin

Der barê aktîvîsta Îranî Raheleh Ahmedî ya girtî de dosyayek nû ya dozê hat vekirin. Dosyaya dozê ya mijara gotinê ye ji Dadgeha Evîne re hat şandin.

Navenda Nûçeyan - Raheleh Ahmedî ku li Girtîgeha Evînê girtî ye dê ji ber dozek nû bê darizandin. Hat ragihandin ku dosyaya doza nû ya der barê aktîvîsta Îranî Raheleh Ahmedî de hat vekirin, şandine Dadgeha Evînê.
Aktîvîst Raheleh Ahmedî ku der barê wê de 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hatiye birîn, bi keça xwe Saba Kurd Afsharî re hatiye binçavkirin. Hat diyarkirin ku dosyaya dozê sewqî dadgehê hatiye kirin lê ne aktîvîst Raheleh Ahmedî ne jî ji parêzerê wê re belgeya gazîkirinê ya dadgehê nehatiye şandin.
Aktîvîst Raheleh Ehmedî ku di havîna par de dayika xwe winda kir, bi dayîna kefaletê destûr girtibû.