Der barê 6 rojnamegeran de doz hat vekirin
Der barê 6 rojnamegerên jin ên ku binçavkirin û girtina hempîşeyên xwe protesto kirin de doz hat vekirin.
![](https://test.jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2023/08/20230803-20230803-gazeteciler-dava-webp154d0f-image-jpg57a9ab-image.jpg)
Navenda Nûçeyan - Rojnamegerên ku di 29’ê Nîsanê de li Stenbolê ji bo protestokirina di çarçoveya lêpirsînên Amed û Enqereyê de binçavkirin û girtina xebatkarên Çapemeniya Azad ên li hev civiyan, rastî lêdanê hatin û hatin binçavkirin.
Rûniştina yekem di 10’ê Çileyê de ye
Der barê edîtora ETHA'yê Pinar Gayip, Nûçegihana Rojnameya Evrenselê Eylem Nazlier û rojnameger Esra Soybîr, Zeynep Kuray, Serpîl Unal û Yadigar Aygun ên piştî binçavkirinê hatin berdan de doz hat vekirin. Danişîna ewil a 6 rojnamegerên ku bi îdiaya "Tevî hişyariyê jî bêyî çek beşdarî civînên derqanûnî û meşên bêdestûr bûne" hatin darizandin, dê di 10'ê Çile de li 22'yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Anadoluyê bê dîtin.