Denîz Poyraz li Qamişlo û Hesekê hat bîranîn
Rêxisitna Kongreya Star a Kantona Qamişlo û Hesekê bi armanca şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz a di êrîşa li ser avahiya HDP’a Îzmîrê de hate qetilkirin daxuyanî da.
Navenda nûçeyan – kiryarên dewleta tirk der heqê jinan de li her derê zêdetir dibin. Di 17’ê Hezîranê de dewleta tirk êrîşî avahiya HDP’ê ya li îzmîrê- Bakurê Kurdistanê kir û agir bi avahiyê xistin.Di encamê de xebatkar Denîz Poyraz dîl hate giritn û paşê ew hate qetil kirin. Li dijî vê bûyera hovana Rêxistinên Jinan li Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li Bakurê Kurdistanê rabûne ser piyan û helwestên xwe nîşan dan.Têkildarî mijarê Rêxisitna Kongreya Star a Kantona Qamişlo û Hesekê-Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca şermezarkirina qetilkirina Denîz Poyraz daxuyanî dan.
Qamişlo
Li Qamişlo qetilkirina Denîz Poyraz hate şermezar kirin
Rêxisitna Kongreya Star a bajarê Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê qetilkirina Denîz Poyraz bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li parka Avêsta ya taxa Xerbî li bajarê Qamişlo bi tevlîbûna saziyên jin ên girêdayî Rêxisitna Kongreya Star, hate dayin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Rêveberiya Kongreya Star a Kantona Qamişlo Ibtîsa El-Hisên ve hate xwendin, wiha tê de hate gotin: “Dewlelta tirk a faşîst kiryarên dûrî pîvanên mirovahiyê der heqê jinên kurd de dide meşadin. Bi riya siyaseta qirkirin û tunekirinê siyastemedaran digre û çarenûsa geleka ji wan heya niha ne diyar e. Vê siyasetê ne tenê di hundirê Tirkiyeyê de dide meşandin, lê belê hemû sînoran derbas dike û destdirêjiyê davêje ser nirxê civakê û jinan. Êrîşên ser xaka Başûrê Kurdistanê ji van siyasetan ne dûr e, dixwazin şerekî navxweyî di navbera kurdan derbixin.
Di demekê de ku dwleta tirk a faşîst bi navê demokrasiyê bang dike, hemû rêbazên tundî, qirkirin û binpêkirina mafê mirovan bi kar tîne. Di 17’ê Hizêrana 2021’an de dewleta tirk êrîşî navenda HDP’ê li bajarê Îzmîr kir, di êrîşê de xebatkara bi navê Denîz Poyraz hate qetlkirin. Di bin çavdêriya dewletê de ev komkujiya pilankirî hate kirin. Em weke Kongreya Star van êrîşan şermezar dikin, banga me ji bo hemû jinan re heye rabin serhildanê û li dijî qirkirinên dewleta tirk têbikoşin. “
Daxuyanî bi dirûşmeya “Şehîd namirin” bi dawî bû.
Dirbêsiyê
Kongreya star: Li dijî îradeya jinan şerekî qirêj tê meşanidn
Kongreya Star a Kantona Hesekê qetilkirina Denîz Poyraz bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li ber navneda Kongreya Star a navçeya Dirbêsiyê bi beşdarbûna Partiyên siyasî, endamên saziyên civaka sivîl û Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate dayîn. Di daxuyaniyê de jinan alên Kongreya Star, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên jinên pakrewan Deniz Poyraz, Hevrîn Xelef hildan. Daxuyanî ji aliyê Berdevka Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo ve hate xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
“Jinên têkoşînvan li dijî hemû rengên desthilatdariyê têkoşneke bê hempa didin meşandin. Li dijî têkoşîna jinan helbet êrîşên dijwar hene û ev jî bi destê dewletên ku naxwazin rol û misyona jinan qebûl bikin, tên meşandin. Bi hezarê sala ye jin li dijî vê zihniyetê têdikoşin û daxwaza azadiyê dikin. Dewleta tirk bi şêwazên pir hovana êrîşî vîna jinan dikin, têkildarî vê yekê bûyera êrîşê li ser avahiye HDP’ê ku di encama wê de jina xebatkar Denîz Poyraz tê de hate qetilkirin. Ev êrîşê pilankirîne û li dijî îradeya jinan têne bi kar anîn. Şerekî qirêj li dijî jinan heye û dewleta tirk serkêşiya pilangeriya wê dike.
Armancên van êrîşan êdî diyar in, dixwazin bi hedefgirtina jinan civakê ji hev bixin û derbeyekê li destkeftiyên jinan bixin. Duh Hevrîn, Seda, Zehra, Hebûn û Emîne bûn, beriya wê li Parîsê Sakîne û hevalên wê bûn, vê carê jî nivîsgeha Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Denîz Poyraz e. Dewleta tirk xeteriyeke mezin ser pêşeroja civakan dide avakirin, ji ber esasê bingihîn ê vê civakê tê hedef girtin. Siyaseta dewleta tirk li dijî jinan li hemû deveran yek e .
Em weke Rêxistina Jin ya Kongreya Star li Kantona Hesekê bersiva me ya ji van êrîşan re, îsara têkoşînê ye, bi sekneke xurt em ê ber xwe bidin û azadiya tevahî jinan mayinde bikin. Em bang li civaka navneteweyî û Netewên Yekbûyî dikin rê li ber van êrîşan bigrin û dewleta tirk li ser van sûcan bê cezakirin.”
Daxuyanî bi dirûşmeya” jiyn jiyan azadî “ bi dawî bû.