Deniz Poyraz li Enqerê hat bîranîn

Deniz Poyraz a di êrişa li dijî avahiya HDP'ê ya Îzmîrê de jiyana xwe ji dest da bi gul, beybûn û findan li navenda HDP’ê ya Enqerê hat bîr anîn.

 
Navenda Nûçeyan – Navenda Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqerê, Denîz Poyraz bi bîr anî. Bîranîn li avahiya partiyê hat lidarxistin. Li ber wêneyê Denizê yê li ser “Denîz Poyraz nemir e” hatibû nivîsandin gul û beybûn hatin danîn. Li salona di avahiya Rêxistina Bajêr de, navê “Salona Civînê ya Denîz Poyraz” hat kirin. Di bîranînê de, strana Kazim Koyûncû “Va ye ez diçim” a ku Denizê jê hez dikir, hat lêxistin. Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Enqerê Perîhan Pakîze Sînemîllîoglû û Vezîr Coşkûn Parlak di bîranînê de axivîn. 
“Emê serhildana Sakîneyan mezin bikin”
Perîhan Pakîze, got: “Hêrsa me wê tu carî bi dawî nebe. Kuştina me ne rizgarî ye. Bi înat em ê bibin Sakîne, Delal, Rahşan, Denîz û em ê serhildana xwe mezin bikin.” 
Endama Meclîsa Jinan a Enqerê Fîlîz Yabasûn jî jiyana Deniz Poyroz vegot. Dûre Rêvebera HDP’ê ya Bajêr Yeter Çevîk, helbesta ji bo Deniz Poyraz nivîsandibû xwend.