Denîz Firat li ser gora xwe hate bîranîn

MKG û DFG’ê di 10’emîn salvegera Denîz Firat de li ser gora Denîzê ew bi bîr anîn û soza berfirehkirina têkoşînê dan.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Jinên Rojnamegeran a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Denîz Firat a di êrişa DAIŞ’ê ya sala 2014’an li dijî Qempa Mexmûrê de jiyana xwe ji dest daye, li ser gora wê bi bîr anîn.

Di merasîma salvegera 10’yemîn ya Denîz Firat de hevpîşeyên wê li ser gora wê ya li  goristana taxa Xaçxatûn a navçeya Ebexa Wanê kom bûn.

Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Ebexê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û malbata Denîz Firat tevlî bîranînê bûn.

‘Em ê bibin şopdarê têkoşîna wê’

Di bîranînê de destpêkê Endama MKG'ê Zelal Tûnç axivî û diyarkir ku Denîz Firat di êrîşa 8'ê Tebaxê ya li dijî Wargeha Mexmûrê de li eniya pêş de pîşeya xwe pêk anîn. Zelal Tûnç gotina Denîz Firat a ‘Ez ê bi kameraya xwe têbikoşim, tu here” ya di saetên herî germ ên êrîşê de bi bîr xist û wiha got: “Weke xebatkarên çapemeniya azad em ê têkoşîna heval Denîz Firat bişopînin. Em pênûs û kamerayên wan li erdê nahêlin.” 

 ‘Pênûsa xwe li erdê nehêla’

Hevserokê MEBYADER’ê Yusuf Dundar axivî û got, “Em hevalên xwe yên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî silav dikin. Denîz Heval di jiyana xwe ya têkoşînê de di nava hevalên xwe de xwedî kesayeteke cihê ye. Heta nefesa xwe ya dawî pênûsa xwe xwar nehiştiye.”

Hevseroka DEM Partiyê ya Navçeya Ebexê Pinar Demîr diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe li her qadê mezin bikin û got, “Denîz Firat û hevalên wê yên têkoşînê; Weke Kurd, jin û kedkarên çapemeniya azad mîraseke mezin hiştin. Em ê têkoşîna wan li hemû saziyên ku em tê de ne bidomînin.”

Bang li PDK’ê hate kirin

Endama Meclîsa Dayika Aştiyê Zuleyha Tunç êrîşa çeteyên DAIŞ'ê şermezar kir û bertek nîşanî hevkariya PDK'ê ya bi AKP'ê re da. Zuleyha ji PDK'ê re ev bang kir: “Di zûtirîn demê de dev ji hevkariya qirêj berdin û dest ji kuştina xwişk û birayê xwe berdin.”

Bîranîn bi qurnefîlên ku li ser gora Denîz Firat hatibûn danîn bi dawî bû.