Dengê hevpar a jinan: Em dixwazin Abdullah Ocalan bibînin

Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekez kirin ku hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ne tenê daxwazek mirovî û zagonî ye, stûneke bingehîn ji bo pêşvebirina azadiya jinan û piştgiriya têkoşîna gelan e.

ESMA MIHEMED

Qamişlo – Jin gaveke nû diavêjin, bi hilgirtina ala daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, sembola berxwedanê ku di bin şert û mercên dijwar de girtiye. Kampanyaya jinên ji her temen û paşxaneyan di bin dirûşma "Ez dixwazim Abdullah Ocalan bibînim" de tîne cem hev û tekez dike ku têkoşîn ne tenê siyasî ye, têkoşîneke ji bo rûmet û bihêzkirina jinan li hemberî dijwarî û qedexeyên ku ji hêla desthilatdaran ve tê ferzkirin e.

Di vê kampanyayê de jin pêşengên têkoşînê ne, her yek ji wan roleke bêhempa dilîze. Parêzer balê dikşînin ser pirsgirêkên hiqûqî û mafên mirovan, dayîkên şehîdan êşa windakirina xwe û hêviya xwe ya ji bo azadiyê tînin ziman û nivîskar çîrokên têkoşînê vedibêjin. Bi hev re, ew wêneyê jinan temsîl dikin ku li hemberî dijwariyan paşve gav navêjin û ji bo azadî û rûmeta gelê xwe têkoşînê didomînin.

'Sembola cîhanî ya têkoşîna azadiyê ye'

Parêzer û çalakvana mafên mirovan a li Kantona Cizîrê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Neda Malkî got: "Li Îmraliyê girtina Rêber Abdullah Ocalan binpêkirineke eşkere ya mafên mirovan û sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Rêber Ocalan ne tenê nûnertiya gelê Kurd dike, di heman demê de semboleke cîhanî ya têkoşîna ji bo azadî, demokrasî û rûmeta gelan e. Wî projeyek siyasî ya aştiyane li ser bingeha prensîbên jiyana hevbeş û edaleta civakî bi pêş xistiye û di salên xwe yên girtîgehê de, wî îsbat kiriye ku ew di hişmendiya kolektîf a gelên herêmê de hê jî heye."

'Dewleta Tirk pîvanên mirovî binpê dike'

Neda Malkî tekez kir ku ew tenê bi daxwazek zagonî razî nabin û wiha axivî: "Hevdîtina bi wî re mafekî mirovî û zagonî ye ku divê were rêzgirtin. Bi taybetî di nav peymanên berê yên di navbera Rêber Ocalan û dewleta Tirkiyê de ku rakirina tecrîdê weke yek ji şertên bingehîn destnîşan dikir. Lê rayedarên Tirkiyeyê bi zanebûn van bendan binpê dikin, zagonên navneteweyî yan pîvanên mirovî paşguh dikin."

'Ew bangek e ji hemû kesên ku baweriya wan bi azadî û wekheviyê heye'

Neda Malkî destnîşan kir ku kampanyaya "Ez Dixwazim Abdullah Ocalan Bibînim" ne tenê daxwazek mirovî ye bangek e ji bo hemû kesên ku baweriya wan bi azadî û wekheviyê heye. Neda Malkî wiha dewamî da gotinên xwe: "Ew kampanyayek pir girîng e ji bo jinan ger Rêber Ocalan bi fizîkî ne bi me re be jî ew bi riya daxwaz û manîfestoya xwe di raman û hişmendiya me de heye ku ev referansek rewşenbîrî ye, hişmendiya jinan zêde dike û wan motîve dike ku di civakê de bihêztir û bibandortir bin. Piştgiriya berdewam a Rêber Ocalan ji bo pirsgirêkên jinan û azadiya gel hebûna wî ya fizîkî ferz dike. Ji ber vê em daxwaz dikin ku ew di navbera me de be, têkoşîna xwe li kêleka me bidomîne û beşdarî avakirina pêşerojek adiltir û azadtir bibe."

'Bi saya şoreşê jinan hebûn û şiyana xwe îsbat kirin'

Neda Malkî bal kişand ser destkeftiyên ku bi saya ramanên Rêber Abdullah Ocalan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bidestxistin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Zagona Rêveberiya Xweser rê li ber jinan nagire ku beşdarî tu çalakiyê bibin. Delîla vê yekê rastiya li herêmên me ye ku çalakvanên jin lê tên piştgirîkirin, ji ber ku Şoreşa Rojava şoreşeke jinan e. Bi saya vê şoreşê, jinan hebûn û şiyanên xwe di hemû waran de îsbat kirine, bi saya zagona ku piştgirî da wan û Hevpeymana Civakî ku ji wan re cih çêkir ku mafên xwe bikar bînin. Jinan bi sîstema hevserokatiyê mafên xwe bi dest xistin û di avakirina pêşerojê de bûn beşek çalak."

'Kampanya ji dilê jinan derket holê'

Endama Mala Jinan Nafiya Esed got ku kampanyaya "Ez Dixwazim Bi Abdullah Ocalan re Hevdîtinê Bikim" ji dilê jinan, ji kûrahiya birînên ku veguherîne hêzê û ji baweriya ku rêberê jiyana xwe ji bo azadiya gelan têkoşiya divê azadiya xwe ya fîzîkî bi dest bixe, hatiye destpêkirin. Nafiya Esed wiha axivî: "Ev kampanya ne tenê gotin an bangeke demkî ye qîrînek e ji kûrahiya êşê bilind dibe. Weke dayîka şehîdekî, dengê xwe li dengê her dayîka ku zaroka/ê xwe ji bo vê şoreşê winda kiriye zêde dikim û em ê qebûl nekin ku Rêber Abdullah Ocalan di zindanan de bimîne. Bi girtina Rêber Ocalan hêzên serwer hewl dan wî tecrîd bikin, lê bi ser neketin. Ji ber ku ramanên Rêber Ocalan niha di hişmendiya me de, di gavên jinên me de û di berxwedana dayîkên şehîdan de ye."

'Hevdîtina bi Ocalan re mafeke kolektîf e'

Nafiya Esed tekez kir ku Rêber Abdullah Ocalan rêberekî navneteweyî ye û îdeolojiya wî ji bo hemû civakan e. Nafiya wiha pêl da gotinên xwe: "Rêber Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên bindest dixebite. Ji ber vê em jinên ji hemû netewe û etnîsîteyan bi hev re radiwestin, dengê xwe bilind dikin û bi hemû hêza xwe daxwaza hevdîtina wî dikin. Em dayîkên şehîdan ne tenê piştgirên vê kampanyayê ne beşek ji wê ne. Ev hevdîtin ne xewnek kesane ye, mafekî kolektîf e, hêviyek e ji hêla bi milyonan kesên li bendê ye. Heta ku ev yek pêk neyê, em ê nesekinin. Em dixwazin ew di serkeftina vê şoreşê de amade be û bibîne ka jinên wî baweriya xwe bi wan dianî çawa bûne rêber, şervan û dîroknivîs."

'Dengê hêvî û azadiyê ye'

Nivîskar û Rêvebera Encumena Jinên Sûriyeyê, Arîfa Bekir destnîşan kir ku jinên li cîhanê û Rojhilata Navîn bi dilsozî li pişt kampanyaya 'Ez dixwazim Rêber Abdullah Ocalan bibînim' rawestiyane. Arîfa Bekir got: "Ev ne tenê vexwendinek derbasbûyî ye, dengê hêvî û azadiyê ye ku ji dilê jinên bawer dikin Rêber Apo sembola têkoşîn û aştiyê ye. Gelek bi şans im ku sala 1991'ê min derfet dît Rêber Ocalan bibînim, heta niha ew bîranîn bi min re dijîn. Her wiha wê hevdîtinê hêz û îsrara min xurtir, bû wesîle ku riya têkoşînê heya vê kêliyê bidomînim. Bi hêvî me careke din Rêber Ocalan bibînim. Ew ne tenê rêberekî siyasî ye, heval û piştgirek e ku jinan bihêz dike û rê nîşan dide ew bikaribin bi dijwariyan re rûbirû têbikoşin."

'Bi saya ramanên Rêber Ocalan bi jinên Sûriyeyê re civiyan'

Arîfe Bekir destnîşan kir ku tevî nebûna fizîkî ya Rêber Ocalan, bi ramanên xwe yên şoreşgerî, bi taybetî Manîfestoya Aştiyê ku weke çirayek rewşenbîrî ronî daye û wiha got: “Bi saya vê ramanê me li herêmên cuda yên Sûriyeyê bi gelek jinan re hevdîtin kir û wan çîrokên têkoşîn û ezmûnên xwe parve kirin, îsbat bû ku ramanên wî motîvasyonek bihêz çêdikin ji bo ku jin di civakên xwe de hişyartir û bihêztir bin.

'Jin rêveber û pêşeng in'

Arîfa Bekir di berdewamiya gotinên xwe de da zanîn ku Rêber Ocalan di xwe de zihniyeta mêrê otorîter şikandiye ji bo ku bikaribe bibe hevalê jinan û wiha axivî: "Ev asta nirxandin û rêzgirtina Rêber Ocalan ji bo rola jinan di têkoşînê û avakirina civakê de nîşan dide. Şervan bi çeka xwe têdikoşin. Rewşenbîr jî bi pênûsa xwe têdikoşin. Li gorî Rêber Ocalan û di rastiya me ya îro de, jin rêveber û pêşeng in, ew in ên ku nifşan li ser nirxên hişmendî û rûmetê ava dikin, evîna azadî û edaletê bi wan re diçînin û weke modelên rolê ji bo sebir û biryardariyê xizmet dikin."

'Mafên gelan û azadiya jinan bingehên têkoşînê ne'

Arîfe Bakir peyamek taybet ji bo hemû rewşenbîr û nivîskarên cîhanê şand û tekez kir ku divê ew ramanên kûr ên Rêber Ocalan baş nas bikin û wiha bi dawî kiraa: “Ji ber ku zanîn û zanist ronahiya riya çareseriyên berfireh û dadperwer ji bo hemû pirsgirêkên siyasî û civakî ne. Mafên mirovan û azadiya jinan bingehên vê têkoşînê ne. Rêber Abdullah Ocalan mûcîzeya ku riya gelên têkoşer û azad ronî dike ye. Bi riya vê kampanyayê em diyar dikin ku têkoşîna me ji bo azadiya Rêber Ocalan têkoşîneke ji bo azadî û rûmeta mirovan e, raman û vîzyona wî dê ji bo hemû kesên ku baweriya xwe bi azadî, edalet û wekheviyê tînin weke çavkaniya îlhamê bimîne."