‘Dengê dayika min ji bin kavilan dihat lê em nikaribûn wê rizgar bikin’

Di erdheja li Semsûrê de ji malbata Zeyneb Ergul 7 kes mirin. Zeyneb da zanîn ku heta roja 4’an dengê dayika wê dihat lê ji ber komên rizgarkirinê nehatine nikaribûne tiştek bikin û got ku ew li benda mirina dayika xwe maye.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Semsûr- Li bajarên ku bi erdhejê hilweşiyan hê jî saet sekiniye, kavilên avahiyan li erdê ne û cenazeyên gelek kesan winda ne. Kesên ku sax mane dibêjin: “Ji 6’ê Sibatê heta niha tiştek nehatiye guhertin. Mirovên ku kesûkarên xwe winda kirine, tiştên ku wê rojê jiyane qet ji bîr nakin.

Li pey wan kavilên mezin man…

Zeyneb Ergun di erdhejê de ji malbata xwe 7 kes winda kirine, dayika wê, du xwişk û bira, zava û sê xwarziyên wê di bin kavilên avahiyê de mane. Zeyneb wiha dibêje: “Yên ku vê êşê nejîn fam nakin. Di dema erdhejê de ez bazdam mala dayika xwe lê belê ez rastî kavilan hatim. Her sê rojên destpêkê kesek nehat alîkariyê.”

‘Kesek li ba me tunebû’

Zeyneb Ergun weke bi hezaran kesan tiştên ku wê sibehê jiyane û bêkesmayînê bi va gotinan anî ziman: “Her sê rojên destpêkê bi tu awayî AFAD tunebû. Em li wê derê di nava êşê de digeviziyan, kesek li gel me tunebû. Roja çaran birayê min Zulfîkar derxistin, roja 5’an jî xwişka min, hevjînê wê û xarziyên min, me bi xwe derxistin. Em heta roja 8’an li benda dayika xwe man. Di wê demê de me çi kişand tenê em dizanin. Agir bi ku bikeve ew der dişewite. Ev êşek gelek mezin e. Ji bo me travmayek gelek giran e, em ê vena çawa derbas bikin nizanim, birayê min gelek derbe xwaribû lê belê dayika min sax bû. Dayika min û xwarziya min a li balê ji ber îhmalê jiyana xwe ji dest dan.” 

‘Tîmên ku hatine gotin ev avahî metirsîdar e û çûn’

Zeyneb Ergun diyar kir ku di 5 rojên destpêkê de ji derveyî dayika wê hemû kes derxistine lê belê bi rojan dayika wê ya ku dengê wê dihat dernexistine û li gel nalinên dayika wê jî rayedarên ku hatine wê derê gotine ‘Ev avahî metirsîdar e’ li paş xwe jî mêze nekirine û çûne wiha domand: “Roja sêyem leşker hatin, dengê dayika min dibihîstin. Dayika min û xarziya min herduyan dengê xwe derdixistin li ruxmê wê jî digotin ‘Ev avahî metirsîdar e’ û tiştek nekirin û çûn. Erê metirsîdar bû lê diviyabû tiştek bihata kirin. Çiqas metirsîdar bûya jî wê kêliyê alîkarî pêwîst bû. Em neçar bûn bi rojan bimînin li benda alîkariyê, Semsûr hemû wisa bû. Li ruxmê ku leşker û AFAD dengê dayika min dibihîstin bi tu awayî mudaxele nekirin. Em 8 rojan li benda mirina dayika xwe man, kesek vê êşê nizane, tenê mirovên ku bijîn dizanin. Di roja 8’an de dema ku me dayika min derxist ji dayika min tiştek nemabû. Tişta ku ji destê me hat me kir, em kolan bi kolan li kepçeyê geriyan lê belê kesê tiştek nekir.” 

‘Em 8 rojan li me benda mirina dayika man’

Zeyneb Ergun bi bîr xist ku bi şevan li kolanan daxwaza alîkariyê kiriye, kepçe xwestiye lê kesek tunebû û got: “Bi hezar kesên ku di bin kavilan de man, terkî mirinê hatin kirin. Em 8 rojan li benda man mirina dayika xwe man,. Ez ê bi van êşên giran çawa bijîm. Di van rojên dawî de, me tenê xwest em cenazeyên xwe bigrin, ji ber dema xebatkarên AFAD’ê hatin ji me re gotin ev avahî metirsîdar e em nikarin bikevinê. Kesek hat got di avahiyê de dengê nalînan tê. Ji bo mirovan rizgar bikin hatibûn, lê belê dayika min hiştin û çûn. Çar rojan dengê mirovan ji bin kavilan dihat lê belê ew terkî mirinê hatin kirin, wan tiştek nekir. Dema ku kom hatin digotin; ‘Herin amûra şikandinê binîn.’ Ez ê biçim ji ku bînim. Dengê dayika min piştî roja 4’an qut bû, hemû tîman dayika min terkî mirinê kirin. Dayika min li wê derê 8 rojan ma di bin kavilan de, em jî wan 8 rojan li ber kavilê mirin.”