‘Demildest tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin'

Hevseroka Giştî ya HEDEP'ê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirin û wiha got: "Bila demildest tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin û azadiya wî ya fizîkî bê misogerkirin."

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) Tulay Hatîmogullari, di çarçoveya serdanan de îro li Rihayê bû.

Tulay Hatîmogullari û heyeta pê re ku li ser riya Riha-Mêrdîn a Zanîngeha Haranê ji aliyê girseyek qelebalix ve hatin pêşwazîkirin, çûn navçeya Haliliyê. Tulay Hatimogullari, serdana esnafên Halepli Bahçe û Balîklîgolê kir û li esnafan guhdarî kir.

Tulay Hatîmogullari li ber Navenda Karsaziyê ya Ahmet Bahçivan çû cihê ku gel li hev kom bûbû, di axaftina xwe de diyar kir ku Riha bajarekî xwedî berdêlên giran e û wiha got: “Dema DAIŞ’ê hewl dida Kobanê dagir bike, li vir dîroka berxwedanê hat nivîsandin. Xaka herî zêde piştevanî bi gelên Kobanê û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê re kir Riha ye. Bêguman ji gelek aliyan ve bedelekî giran da. Mîna gelek bajarên me yên li ser sînor, li vir jî rêxistinên dijminên mirovahî, demokrasî û jinan ên mîna DAIŞ û El Nusrayê li vir pir zêde ne.” 

‘Rejîmeke îşkencekar heye’

Tulay Hatîmogullari, bal kişand ser rewşa girtîgehan û ev tişt anî ziman: “Li vî welatî rejîm hat guherandin. Rejîma faşîst, ev welat ji girtîgehan xerabtir kir. Di nava girtîgehan de girtîgeh ava kir. Nahêlin girtiyên nexweş biçin nexweşxaneyê. Li rûyê girtiyên nexweş jî nanihêrin. Rejîmeke ewqas bêrehm û îşkencekar e.”

‘Bila demildest tecrîda li ser birêz Ocalan bê rakirin'

Tulay Hatîmogullari, bi bîr xist ku li girtîgehan bi daxwaza “Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re” greva birçîbûnê hatiye destpêkirin û wiha axivî:

“Ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser birêz Ocalan û azadiya wî ya fizîkî, li girtîgehan greva birçîbûnê hatiye destpêkirin. Lê daxwazên wan mafekî mirovî ye. Li gorî sepana Destûra Bingehîn e. Lê ji ber ku bi qanûnan nayê kirin, mirov neçar dimînin dest bi çalakiyên wiha bikin. Em li vir bang dikin; bila tecrîda li ser birêz Ocalan tavilê rakin di warê fizîkî de azad bibe.”

‘Divê tiştên ku ji bo Filistînê tên gotin ji bo gelê Kurd jî werin gotin'

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser serdana Dayika Aştiyê û wiha got: “Bi çavên tije rondik wiha ji me re got; ‘Di bin axê de ewqas mirov hene.’ Erê rast e di bin axê de gelek ciwanên Kurd û Tirk hene. Heta niha jî em ji bo tu kes nemire têkoşiyan. Weke HEDEP’ê em ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û aştiya herêmê têkoşiyan. Têkoşîna me ne mîna ya kesên bi awayeke sextekarî û derewîn rondikan dibarînin e. Erdogan ê ku dibêje ‘bila zarokên Filistînê nemirin’, di heman saetan de bi ÎHA û SÎHA’yan zarokên Kurd ên li Rojava dikuje. Em vê qebûl nakin.

‘Bila her kes bizanibe em ê şaredariyên xwe yên qeyûm lê hatine tayînkirin ji wan bistînin’

Tulay Hatîmogullari, axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dadgeha Bilind a li gorî fermana qesrê tevdigere, ji bo kurtenavê HEDEP’ê destûr neda. Tehemul nekirin. Ji bo ku di hilbijartinan de pirsgirêk dernekeve, em ê kurtenavê HEDEP’ê biguherînin. Lê divê bê zanîn ku tu kes nikare bi guherandina navê me, paradîgma û fikrên me ji holê rake.  Li hêla din hilbijartin nêz bûn. Banga me ji bo gelê me ew e ku mîna hilbijartin sibe be bixebitin. Divê em li hemû deriyan bixin. Divê em vê îqtîdara xwedî zîhniyeta qeyûm baş ji gel re vebêjin. Divê em dizî û talana qeyûman deşîfre bikin. Bila her kes bizanibe ku em ê hemû şaredariyên xwe yên li Rihayê ên qeyûm hatine tayînkirin ji wan bistînin. Soza me ew e ku vî welatî di vê sedsalê de demokratîk bikin, pirsgirêka Kurd bi riyên demokratîk çareser bikin û aştiyê pêk bînin.”

Tulay Hatîmogullari û şandeya pê re piştre jî ji bo hevdîtinan tevli civîna li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Rihayê ku bi nûnerên bawerî û gelên cuda re tê kirin bûn.