“Dema parastina jina azad û civaka azad e”
TJK-F'yê Kongreya xwe ya 4'emîn bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê, dema parastina jina azad û civaka azad e" li Parîsê li dar xist.
Navenda Nûçeyan - Tevgera Jinên Kurd a li Fransayê (TJK-F), Kongreya xwe ya 4'emîn a Asayî bi dirûşma "Li dijî qirkirina jinê, dema parastina jina azad û civaka azad e" bi beşdariya delegeyên ji tevahiya Fransayê, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Parîsê li dar xist. Di kongreyê de işaret bi têkoşîna tevgera jinên kurd a li Rojhilata Navîn û Cîhanê hate kirin û hate ragihandin ku jin li gelemperiya cîhanê pêşengiyê ji têkoşînê re dikin. Herwiha hat destnîşankirin ku ji Kurdistanê heta Arjantînê, ji Efrîkayê heta Latîn Emerîkayê li gelek herêmên cîhanê jin li qadan, bi rola pêşengiyê radibin û hate gotin ku jinên Kurd jî bi têkoşîna xwe bûne çavkaniya îlhamê ji bo hemû jinan.
Ji bo jin hîn bêhtir xwedî li têkoşîna xwe derkevin girîngiya dirûşma "Jin azad nebe civak azad nabe" a rêxistinbûna jinê hate destnîşankirin. Di kongreyê de bi dirûşma "Divê jineke bi tenê jî dûrî rêxistiniyê nemîne" pêvajoyeke nû hate destpêkirin.
Piştî nirxandinan, bi yekdengiya delegeyên Tevgera Jinên Kurd a Fransayê, rêveberiya ji 5 kesan hate diyarkirin. Weke karê destpêkê yê serdema nû ya kar jî hate ragihandin ku wê beşa duyemîn a kampanya "100 sedemên ji bo darizandina dîktator" bê xurtikirin. Kongre bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.