Dema ku Îsraîl ji rojhilatê Xan Yûnisê vekişiya wêranî xuya kir

Hat ragihandin ku li Xan Yûnisê ku Îsraîl piştî hefteyekê jê vekişiyaye 250 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hejmara kesên ji 7'ê Cotmehê û vir ve jiyana xwe ji dest dan jî bû 39 hezar û 400.

Navenda Nûçeyan – Artêşa Îsraîlê ji 7’ê Cotmehê ve êrîşên xwe yên li ser Xezayê didomîne. Îsraîl ji rojhilatê bajarê Xan Yûnisê ku navenda êrîşan bû vekişiya. Bi sedan Filistîniyên ku ji ber êrîşên Îsraîlê yên di 22’yê Tîrmehê de dest pê kiribûn bajar terikandin, dest bi vegera malên xwe yên li rojhilatê Xan Yûnisê kirin.

Hikûmeta Xezayê ragihand ku di êrîşên bejahî yên Îsraîlê yên 8 rojan li ser Xan Yûnisê berdewam kir de herî kêm 250 kesan jiyana xwe ji dest dane û 300 kes jî birîndar bûne.

200 kes jî winda ne

Rayedarên tenduristiyê yên Filistînê ragihandin ku ji îro danê nîvro heta îro danê nîvro gihîştine cenazeyên 42 Filistîniyên ku di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane. Servîsa Lezgîn a Sivîl a li Xezayê jî diyar kir ku xebatên lêgerînê dewam dikin û 200 kes jî winda ne. Welatiyên Xezayê yên ku piştî vekişîna artêşa Îsraîlê vegeriyan malên xwe yên li rojhilatê Xan Yûnisê, dîtin ku malên wan zirar dîtine an jî bi temamî wêran bûne.

Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 39 hezar û 400

Ajansa Reutersê di nûçeya xwe ya dispêre şahidan de nivîsiye ku artêşa Îsraîlê bi buldozeran ketine goristana bajarokê Benî Suheyla ya dikeve rojhilatê bajarê Xan Yûnisê û wêran kirine.

Li aliyê din di daxuyaniya nivîskî ya ku îro ji aliyê Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê hat dayîn de hat diyarkirin ku di 24 saetên dawî yên êrîşên Îsraîlê yên li ser Zîvala Xezayê de ku 298 roj in didome, 37 Filistînîyên din jiyana xwe ji dest dane û 73 kes jî birîndar bûne. 298 rojan berdewam kir. Hat ragihandin ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bûye 39 hezar û 400 û hejmara birîndaran jî bûye 90 hezar û 996.