Dema girtina rojnameger Gîna Mudarres Karajî hat dirêjkirin

Tora Mafên Mirovan diyar kir ku rojnamegera girtî Gîna Mudarres Karajî bi sûcên nû tê sûcdarkirin û ragihand ku dema girtina wê meheke din hatiye dirêjkirin.

Navenda Nûçeyan – Daraza Îranê, rojnamegera girtî Gîna Mudarres Karajî bi sûcên nû sûcdar kir û dema girtina wê meheke din dirêj kir.

Tora Mafên Mirovan ragihand ku Gîna Muderres Karacî ku piştî bi kefalet hat berdan, roja 10’ê Gulanê bi hinceta tevlibûna xwepêşandanên bajarê Sunnetê yê Rojhilatê Kurdistanê hatibû girtin, ji aliyê îstîxbarata Îranê ve bi hinceta “belavkirina derewan” bi sûcên nû hat sûcdarkirin. Tora Mafên Mirovan diyar kir ku di çarçoveya sûcên tên îdiakirin de dema girtina Gîna Mudarres Karacî mehek hat dirêjkirin.

Şahidên bûyerê, gotîbûn ku Gîna Mudarres Karajî bêyî sedemek were nîşandan dema ji pirtûkxaneya xwe derdiket hatiye binçavkirin.