Dema binçavkirina rojnameger Rojîn Altay rojek din hate dirêjkirin
Xebatkara rojnameya Yaşamê Rojîn Altay şeva berê hatibû binçavkirin û rojek din ya binçavkirina wê hate dirêjkirin.
Stenbol- Xebatkara Rojnameya Yenî Yaşamê rojnameger Rojîn Altay di çarçoveya lêpirsîneke ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stengbolê ve hatiye destpêkirin de li Balafirgeha Sabîha Gokçen hate binçavkirin. Rojîn Altay piştre anîn Miduriyeta Polîsan a Stenbolê ya li ser Cadeya Vatanê. Hevdîtina Rojîn a bi parêzeran wê re rojekê giştî hate astengkirin.
Rojîn Altay ji ber sînordarkirina hevdîtinê, bi parêzerên xwe re hevdîtin kir. Ji ber li ser dosyaya Rojîn Altay biryara veşartî heye sedema binçavkirina wê nehate zanîn. Hate diyarkirin ku derbarê Rojînê de biryara rojeke din a binçavkirinê hatiye dayîn.