DEM Partiyê starta kampanyaya ji bo jiyana azad û wekhev da

Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu starta kampanyaya “Em di jiyana azad û wekhev de bi îsrar in, em xwe birêxistin dikin” da.

Navenda Nûçeyan- Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglû, li navenda giştî ya partiya xwe starta kampanyaya bi navê “Em di jiyana azad û wekhev de bi îsrar in, em xwe birêxistin dikin” bi civîna çapemeniyê da.

Halîde Turkoglû, di destpêka axaftina xwe de 33 kesên ku di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsa Rihayê di encama êrişa DAIŞ’ê ya xwekujiyê de hatin qetilkirin bi bîr anî û diyar kir ku dê xeyalên ciwanan nîvco nehêlin.

Halîde Turkoglû, 12'emîn salvegera Şoreşa Rojava pîroz kir û got: “Gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava aştiyê de dijîn. Ev model wan bi rê ve dibe. Tirkiye li şûna ku Şoreşa gelên Rojava bi aştiyane pêşwazî bike hewl dide têk bibe. Em baş dizanin ku desthilatdariya AKP û MHP’ê ku polîtîkaya xwe ya 12 salan a dijminatiya li dijî Rojava ava kiriye, îro dixwaze bidomîne. Hewldanên asayîbûnê bi Sûriyeyê re dixwaze bi pêş bixe. Em baş dizanin ku li vir mijara bazariyê Kurd in û şoreşa jinan e.”

‘Divê demildest êriş bên rawestandin’

Halîde Turkoglû bal kişand ser rewşa Herêma Kurdistanê û wiha got: “Li vir dagirkirinek heye. Ji ber êrişan gund hatin valakirin û welatiyan gundên xwe terikandin. Divê demildest ev êriş bên rawestandin.

‘Di nava 6 mehan de 205 jin hatin qetilkirin’

Halîde Turkoglû, diyar kir ku di nava 6 mehên dawiyê de 205 jin ji hêla mêran ve hatine qetilkirin û wiha domand: “Lê li şûna ku desthilatdarî li dijî qetilkirina jinan raweste hewl dide malbatîbûnê bi hêz bike. Di sererastkirinên 9'emîn Pakêta Darazê de mijara paşnav tê wateya serdestiya mêr a li ser jinê. Wê yekê ji xwe re wek wezîfeyek dibîne. Ev yek tê vê wateyê ku li malê mêr serdest bin. Malbat li gorî vê yekê bên dîzaynkirin. Jin dê di rewşa duyemîn de bin.”

‘Em ê çalakiyên xwe mezin bikin’

Halîde Turkoglû, di berdewamiya axaftina xwe de behsa kampanyaya nû kir û got: “Em ê bi vê kampanyayê jinên Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê bînin ba hev. Em ê li dijî şer tifaqa herî mezin ava bikin. Tevgera Jinên Kurd, Tevgera Jinên Tirk û femînîstan dê bi têkoşîneke hevpar li dijî rejîma qeyûm têbikoşin û rejîmê têk bibin. Dê rê nedin polîtîkayên xespkirina destkeftiyên jinan. Jehrkuja faşîzmê têkoşîna jinan e û piştevaniya wan e. Em ê li her bajarî li dijî qeyûm û şer, bi rêxistinî têbikoşin û çalakiyên xwe mezin bikin."

Halîde Turkoglû, da zanîn ku di şaredariyên ku desthilatdarî hewl didin xesp bikin de dê bi feraseta “hilberîn û birêvebirinê” û pergala hevserokatiyê polîtîkayên aborî yên civakî bixin meriyetê û got: “Ji bo jiyana bi rûmet, azad û wekhev û her wiha li dijî xizaniyê em ê li bajaran hevdîtinan pêk bînin.”

‘Şerê taybet li dijî jinan tê meşandin’

Halîde Turkoglûyê, di axaftina xwe de wiha behsa polîtîkayên şerê taybet kir: “Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet di serî de jinên Kurd û jinên ciwan ên Kurd hedef digre. Tundiya bi unîfomayî, hişbir, destdirêjî ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê her roja ku derbas dibe zêde dibin. Desthilatdariya AKP- MHP'ê, têkoşîna jinan, nasnameya jinan û destkeftiyên wan bi polîtîkayên şerê taybet hedef digrin. Em jinên li Kurdistan û Tirkiyeyê dijîn li dijî polîtîkayên şerê taybet dê li taxan xebatên xwe yên rexistinbûnê mezin bikin. Her wiha em ê polîtîkayên desthilatdariyê teşhîr bikin û hesab bipirsin. Her wiha di atolyeyên xweparastinê de em ê xwe bigihîjînin jinên ciwan û em ê rê nedin qetilkirin û bikaranîna hişbirê."

‘Em ê meclisên xwe yên jinan xurt bikin’

Halîde Turkoglû, bal kişand ser rêgeza pergala hevserokatiyê, temsîliyeta wekhev û esasgirtina gotina jinan û got: “Destkeftiyên jinan her roja ku derbas dibe mezin dibin. Em dizanin ku vê têkoşînê, li her derê li dijî serdestiya mêr riya berxwedanê nîşan daye. Dema ku em di nava xwe de bi têgihîştinên serdest ên mêr re têdikoşin; meclisên me yên jinan bi rêxistinbûna xwe ya xweser dibin kirdeya guhertinê. Ji ber vê yekê em ê meclisên xwe yên jinan xurtir bikin û li cihên ku meclis tune ne. meclisên jinan ava bikin. Armanca kampanyaya me rêxistinbûna jinan e û dê di qonaxa yekem de Konferansa Rêxistinbûna Jinan bê lidarxistin. Ji îro ango ji 20'ê Tîrmehê ve heta 5'ê Tebaxê li bajaran, di 23'yê Tebaxê de Komxebata Rêxistinbûna Jinan, li Enqereyê jî di 12 -13'yê Îlonê de jî konferansa rêxistinbûna jinan dê bên lidarxistin. Weke Meclisa Jinan a DEM Partiyê kampanyaya têkoşîn û rêxistinbûnê ya 6 mehan em deklare dikin. Rêxistinbûn, atolye, çalakî, hevdîtin hwd. bi piştevaniya jinan di pêvajoyên polîtik û civakî de em ê hevdîtinan li dar bixin. Bijî piştevaniya jinan, Jin jiyan azad.”