DEM Partiyê li Wanê serî li YSK'ê da

Piştî ku mazbata hilbijartinê ya Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan ji namzetê AKP'ê re hat dayîn, protestoyên ku duh li bajêr dest pê kirin dewam dikin. DEM Partiyê li dijî dayîna mazbatayê ya ji bo namzetê AKP’ê, serî li YSK da.

Navenda Nûçeyan-Namzetê hevşaredariyê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hatibû hilbijartin. Li ser îtîraza AKP’ê û bi piraniya dengên endamên Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê, namzetiya Zeydan hate betalkirin. DEM Partiyê li dijî dayîna mazbatayê ya ji bo namzetê AKP’ê, serî li Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) da. Di serlêdanê de hat xwestin ku biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê were betalkirin. 

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku biryara îadekirina mafên qedexekirî ya Zeydan di 4’ê nîsana 2023’yan de hatiye dayîn. Bi domdarî wiha hate gotin: “Ya ku biryara îadekirina mafên qedexekirî ji Midûriyeta Giştî ya Sicîla Edlî û Îstatîstîkê ya Wezareta Dadê re şandî jî dadgeh bi xwe ye. Di vê mijarê de jî tu qisûra miwekîl nîne. Piştî kontrokkirina îadekirina mafên qedexekirî, personelên Wezareta Dadê bi xwe ev biryar li Qeyda Sicîla Edlî bar kirine û di vê mijarê de miwekîl tu tiştek nekiriye. Di heman demê de yên ku ev qeyda sicîla edlî nêzî salekê muhafeze kirî jî Wezareta Dadê bi xwe ye. Ya ku Belgeya Qeyda Sicîla Edlî ji Lijneya Hilbijartinê ya Bajar a Wanê re şandî û jê re got sabiqeya wî tune ye jî Wezareta Dadê bi xwe ye.”