DEM Partiyê li dijî qeyûm serî li Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê da

DEM Partiyê li dijî biryara tayînkirina qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê, serî li Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê da.

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Hiqûq û Mafên Mirovan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo betalkirina biryara tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê, serî li Dadgeha Îdareyê ya Enqereyê da.

Di serlêdanê de behsa pêvajoya girtina hevşaredar Mehmet Siddik Akiş û girtina wî hat kirin û hat gotin ku tê xwestin li bajarên Kurdan tayînkirina qeyûm weke cerebeyek asayî were nîşandan. Bi domdarî tayînkirina qeyûman ên di serdema berê de hatin bibîrxistin û wiha hat gotin: “Weke darbeyekê di dîrokê de cih girt.”

‘Bi qeyûm armanc ew ku partiya me ji derveyî rêveberiyên herêmî were hiştin’

Di berdewamiya serlêdanê de wiha hat gotin: “Armanca bi avêtina qeyûm ew e ku partiya me û siyaseta nûnertiya wê dike li derveyî rêveberiyên herêmî bihêle, bi desteserkirina sîstematîk a şaredariyên qezenc dike re tê xwestin ku îradeya bijartin û hilbijartinê ya hilbijêrên partiya me pasîfîze bike.”

Di serlêdanê de hat destnîşankirin ku fikraya 34’emîn a Qanûna Hejmar 6758 û fikraya di xala 45’emîn a Qanûna Şaredariyan de li dijî destûra bingehîn in lewma jî divê bi riya îtîrazê ji Dadgeha Destûra Bingehîn re bên şandin û biryara dûrxistinê ya der heqê Mehmet Siddik Akiş de hatiye dayîn were betalkirin.