DEM Partiyê li dijî qetliamên pitikan daxuyanî da

DEM Partî derbarê ‘Çeteyên yenîdogan’ de li ber Wezareta Tendirûstiyê ya Tirk daxuyanî da û got: “Hikumeta AKP’ê ji jiyandestdana 12 zarokan û qetilkirina wan berpirse. Wezîrên wê yê tendirûstiyê ji vê qetilîamê berpirse. Divê demildest îstifa bike.”

Navenda Nûçeyan- Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî “Çeteya Yenîdogan” û mirina pitikên li nexwelxaneyê li ber Wezareta Tenduristiyê kom bûn û daxuyanî dan.

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît nerazîbûn nîşanî vê hovîtiyê da. Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku li Tirkiyeyê “rizîn” û “bêhna qirêj” heye.Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku wan gelek têkildarî mafê tenduristiyê yê gel a di nava vê sîstemê de hişyarî dayîne û ragihand ku sîstema tenduristiyê ya AKP’ê mirovan weke meta dibîne û wiha got: “Di encama wê feraseta ku mirovan weke meta dibîne de, 12 pitik hatin qetilkirin. Çima ji bo ku hin kes hîn zêdetir pere qezenc bikin, 12 pitik hatin qetilkirin? Kesên nexweşxaneyên mezin çêdikin, çavkaniyên civakê ji bo nexweşxaneyên bajêr, rêyên oto û piran xerc dikin, berpirsyarê vê pêvajoyê ne. Hikûmeta AKP’ê ji qetilkirina 12 pitikan berpirsyar e. Wezîrê Tenduristiyê Kemal Memîşoglû ji vê komkujiyê berpirsyar e û divê demildest îstîfa bike.”