DEM Partiyê 7 bajarên din ên ku dê namzedan lê nîşan bidin eşkere kir
Berdevka DEM'ê Ayşegul Dogan, eşkere kir ku biryar dane li Enqere, Antalya, Bolu, Konya, Kocaelî, Qeyserî û Samsûnê namzedan nîşan bidin.
Navenda Nûçeyan- Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ayşegul Dogan, derbarê hilbijartinên herêmî yên di 31’ê Adarê de li Tirkiyeyê bên kirin, hilbijartinên pêşwext ên di pêvajoya hilbijartinê bikin û geşedanên siyasî yên di dema namzediyê de, li avahiya navenda partiyê civîna çapemeniyê li dar xist. Ayşegul Dogan diyar kir ku dê di 13-14’ê çileyê de li 90 herêmên hilbijartinê sindoqan danin û nêzî 100 hezar delege dê deng bikarbînin û anî ziman ku partiya wan di dengdayîna gel de modela Lihevhatina Bajêr esas digire.
Ayşegul Dogan a dengdayîna gel weke “Şahiya Demokrasiyê” penase kir wiha got: “Em ne namzedên partiya xwe namzedên ku wî bajarî, navçeyê û bajarokî bi rê ve bibin hildibijêrin. Li her derê ku pêşhilbijartin lê were kirin weke vê derê kelecan heye. Tenê ferqek heye. Navenda me ya giştî hatin û çûna zêde nîn e. Ango bazara namzedan çênabe. Li ku hatin û çûyîn heye? Li kolanan, li taxan û li qadan heye.”
‘Her delege dê 3 dengan bikarbîne’
Ayşegul Dogan, da zanîn ku li 90 herêmên hilbijartinê dê 4 hezar namzed bikevin pêşbirkê û wiha berdewam kir: “Em Lihevhatina Bajêr di pêşhilbijartinê de jî pêk tînin. Çi ye Lihevhatina Bajêr, çawa dê bandorê li pêşhilbijartinê bike. Ew delegasyona ku li wan bajaran li herêmên hilbijartinê deng bi kar bîne di çarçoveya vê lihevhatinê hat diyarkirin. Çawa hat diyarkirin. Hewl hat dayîn ku xwe bigihînin eniya herî berfireh a bajêr û hate kirin. Her delege dê 3 dengan bi kar bîne. Ji bo bernamzedên hevşaredariyê, bernamzedên meclisa giştî ya bajêr û namzedên meclisa şaredariyê dê dengan bi kar bînin.”
‘Helbet em dest ji rêgeza nûnertiya wekhev bernadin’
Ayşegul Dogan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Helbet em dest ji rêgeza nûnertiya wekhev bernadin. Di hemû namzedan de dê deng bidin jinekê û zilamekê. Nêzî 5 hezar xebatkarên partiya me, parlamenter, şêwirmend, endamên PM û MYK’ê dê li qadê bixebitin. Ji bo ku bêedaletî çênebin û pêşbirkeke demokratîk çêbibe komîsyonên pêwîst hatin avakirin, dê îtîraz bên wergirtin. Heke îtîraz çêbibin ji bo vê komîsyonên hilbijartinê û mekanîzmayên pêwît hatin avakirin. Di pêşhilbijartinan de heke tu namzed ji sedî 50+1’ê ne wergire dê hilbijartina duyemîn bê kirin. Di tûra duyemîn de jî kesê/a herî zêde deng standin dê bibe namzedê hevşaredarê DEM Partiyê.”
‘Em di vî warî de teqez bi biryar in û tu riyeke din nîn e’
Dîsa tişteke din a tê mereqkirin jî ew e ku têkildarî encama ji sindoqê derdikeve dê helwesta navenda me ya giştî çawa bibe. Bila gumana kesê ji vê yekê nebe. Em armanc dikin ku bi nêzîkatiya xwe ya ji bo pêşhilbijartinê demokrasiya herêmî û vîna herêmî xurttir bikin. Dengan veguhêzin, dek û dolaban bikin çi dikin bila bikin em ê serbikevin. Em di vî warî de teqez bi biryar in û tu rêyeke din nîne.
Li Şirnexê 8 hezar û 342 hilbijêr zêde bûn
Bilêda qeyûman hate birîn. Hûn jî dê bibînin. Em ê di 31’ê Adarê de qeyûman bişînin. Îro di nûçeyan de hebû. Werim em li herêma min a hilbijartinê Şirnexê binêrin. Bajarekî ji ber bêkarî û xizaniyê koçê dide ye. Berî hilbijartinên herêmî çend mehan li navenda Şirnexê 8 hezar û 342 kes zêde bûn. Bifikirin ku li bajarekî ku gel koç dike çawa evqas zêde dibe.
Li Îdirê herî kêm 4 hezar û 361 hilbijêrên bi guman hene
Dîsa mînakeke din li Îdirê di du taxên nû de herî kêm 4 hezar û 361 hilbijêrên bi guman hene. Li Miduriyeta Polîsan a Îdirê 743 kes hatine qeydkirin. Em ji bo tesbîtkirinê xebatên xwe didomînin. Li qadê li vir dixebitin.
‘Serlêdanên îtirazan hatin amadekirin’
Komîsyona hiqûqê ya partiya me ji nêz ve dişopîne. Rêxistinên me yên navend û navçeyan, parlamenterên me, endamên me yên PM û MYK’ê têkildarî qeydên hilbijêran dixebitin. Serlêdanên îtîrazan hatin amadekirin. Ji bo her qeyda hilbijêran a bi hîle dê pêvajoya hiqûqî were destpêkirin.
‘Em ê li 7 bajaran namzedan nîşan bidin’
Me gotibû ku em ê di çarçoveya xebatên koordînasyona me ya Hilbijartinê ya Navendî û Komîsyona Rêveberiyên Herêmî de ast bi ast têkildarî mijarê em ê daxuyaniyan bidin. Ez dixwazim cihên nû ku em ê namzedan nîşan bidin bi we re parve bikim. Enqere, Antalya, Bolû, Konya, Kocaelî, Kayserî û Samsûn. Em ê bi giştî li 7 bajaran namzedan nîşan bidin. Dema xebatên me temam bûn em ê ast bi ast parvekirina bi we re em ê bidomînin. Bila guh û çavê we li me be.”
‘Rola birêz Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de girîng e’
Ayşegul Dogan, têkildarî pirsa li ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtî ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomînin ev bersiv da: “Partiya me têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya zelal e. Partiya me demekî dirêje têkoşîna vê yekê dide. Partiya me destnîşan dike ku rola birêz Ocalan a di pirsgirêka kurd de çareseriya aştiyane û demokratîk çiqas girîng e. Ji xwe di daxwazên kesên deng didin partiya me jî de xwe dide nîşandan.
‘Divê tecrîd bi dawî bibe’
Em ji tecrîdeke ku çarêk sed sale didome û pirsgirêka kurd a 100 salan dikin. Em di her daxuyaniya xwe de dbiêjin ku hilbijartinên şaredariyê ji bo me partiya me ne tenê hilbijartinên herêmî ne. Em di şertên awarte de dikevin hilbijartinê. Li aliyekî şerê didome, israra neçareserkirina pirsgirêka kurd, polîtîkayên em pêş ve dibin û astengiyên ku em pê re rûbirû dimînin û hemû pêkanînên antî demokratîk divê em bi hev re bigirin dest. Têkildarî şertên tecrîdê yên birêz Ocalan rojek nîne ku em gotina xwe nebêjin. Em bînin bîra xwe dema Ocalan dikeve dewrê şer disekine. Ji ber vê yekê divê tecrîd bi dawî bibe.
‘Kampanyaya ‘Em ji aştiyê re bibin deng’
Kampanyaya ‘Em ji aştiyê re bibin deng’ heye. Qasî ku ev kampanya diçe mezin dibe. Ji Wezareta Dadê nehate pirsîn. Li benda çi ne? Çima birêz Ocalan bi parêzer, malbat û şandeyên beriya niha pê re hevdîtin kirin re hevdîtine nikare bike. Çima Girtîgeha Îmraliyê ji rayagiştî re nayê vekirin? Daxwazkirina vê jî sûc e.
Li Tirkiyeyê 564 nivîskar, rewşenbîr çi dibêjin; ‘Em diyar dikin ku divê Tirkiye pirsgirêkan bi rêbaza muzakereyan çareser bike. Hevdîtina bi Abdullah Ocalan re ku yek ji muxatabên pirsgirêkê ye derfetêm aştiyê afirandin. Ev pêvajoya ku beşeke mezin a civakê piştgirî daye dikare dîsa dest pê bike. Divê ji bo aştiyeke civakî bi wêrek bin û ji diyalogê netirsin.’ Min gotina wan bi heman awayî wergirt. Kî ji vê çima ditirse. Em careke din bang li Wezareta Dadê, bloka desthilatê û hemû rayedaran têkildar dikin; Divê ev tecrîda mutleq û rewşa agahî negirtinê ya nêzî 35 meh in bê bidawîkirin.”