DEM Partî wê ji Stenbolê heta Colemêrgê meşek li dar bixe

DEM Partî wê di 30’ê Hezîranê de ji Stenbolê heta Colemêrgê “Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê” bide destpêkirin. Endamên meclisa Şaredariya Colemêrgê dê li Enqere û Stenbolê hevdîtinan bikin.

Navenda Nûçeyan- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî xespkirina qeyûm plansaziyeke nû ya çalakiyan derxist. Di 3’yê Hezîranê de li Şaredariya Colemêrgê qeyûm hat tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûm li dehan bajaran çalakiya nobetê hat destpêkirin û di 13’ê Hezîranê de li Colemêrgê mitîng hat lidarxistin. Piştî mitîngê biryara mezinkirina çalakiyan hat dayîn. Di bin navê “Plana Çalakiyan a Nû ya li Dijî Xespa Qeyûm” de biryar hat dayîn ku ji Colemêrgê heta Stenbolê berxwedan were mezinkirin.

Çalakiyên nobetê wê li du bajaran bidomin

Çalakiyên nobetê ya piştî tayînkirina qeyûm hatine destpêkirin wê li du bajaran berdewam bike. Çalakiya Nobetê ku dê li Colemêrg û Stenbolê bidome tê plankirin ku her roj were kirin. Dê bajar û navçeyên herêma Serhedê her roj bi awayên koman tevli nobeta li Colemêrgê bibin. Dê şande du rojan li Colemêrgê bimînin, biçin serdana esnafan û gel. Her wiha dê rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk jî tevli bibin.

Li dijî qeyûm çalakî

Dê protestoyên qeyûman tenê bi Colemêrg û Stenbolê neyên sînordarkirin. Di heman demê de dê li tevahiya bajaran li şûna nobetan dê nobetên girseyî, meş, çalakî û xwepêşdan bên lidarxistin. Dê çalakiya nobetê ya heta niha li pêşiya şaredariyan dihat domandin, veguhêzin cihên navendî.

Dê serdan werin kirin

Meclisa Şaredariya Colemêrgê piştî girtina Hevşaredar Mehmet Siddik Akiş, li gorî hiqûq û qanûnan tevgeriya û serokwekîla xwe hilbijart. Meclisê, şandeyeke ji hevşaredar û endamên meclisê pêk tê ava kir û li dijî xespa qeyûm dê li Enqere û Stenbolê hevdîtinan bike. Şande dê bi partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl re hevdîtinan bike. Di vê çarçoveyê de dê di navbera 27-28’ê hezîranê li Enqereyê, di 29’ê hezîranê de tev li mitînga li Stenbolê bibe û di navbera 30’ê hezîranê û 1’ê tîrmehê jî li Stenbolê hevdîtinan bike.

‘Meşa rêzgirtina îradeyê’

 DEM Partî dê li dijî qeyûm meşeke mezin li dar bixe. Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê ku dê di 30’ê hezîranê de starta wê li Stenbolê were dayîn, dê li Colemêrgê temam bibe. Meşvanên ku dê li Stenbolê bi girseyî bên birêxistin, dê li her bajarekî bi tevlibûnên nû meşa xwe bidomînin. Koma meşê ya Stenbolê ji 10 kesan pêk tê û dê ji bajarên Kocaelî, Bursa, Tekîrdag, Edîrne, Çanakkale, Îzmîr, Aydin, Denîzlî, Mugla, Manîsa, Antalya, Enqere, Konya, Eskîşehîr, Kayserî, Edene, Mersîn û Hatayê jî komên ji 3-5 kesan pêk tên tev li bibin. Dê tevlibûna meşê ya li bajarên Kurdistanê bi girseyîtir bin. Ji Dîlok, Meletî, Mereş, Semsûr, Riha, Elih, Amed, Sêrt, Çewlig, Dêrsim, Xarpêt, Merdîn, Şirnex, Qers, Erdexan, Îdir, Erzirom, Agirî, Bedlîs û Mûşê komên ji 5-10 kesan pêk tên tev li meşvanan bibin û dê meşvan di 3’yê tîrmehê de li Wanê bên gel hev. 

Kesên tevlî Meşa Rêzgirtina ji bo Îradeyê dibin dê li vir bi girseyî ber bi Colemêrgê ve bên oxirkirin. Meşvan dê 196 kîlometreyan bimeşin. Tê payîn ku meş 6 rojan bidome. Li ser rêgeha meşê de jî dê bi xelkê herêmê re hevdîtin bên kirin. Hat zanîn ku dê ji tevahiya bajaran kesên ji rêxistinên civaka sivîl û rêxistinên girseyî yên demokratîk tevli meşê bibin.