DEM Partî: Li Şirnexê berxwedanek mezin heye

Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê, bal kişand ku li bajarî bi serketine û wiha got: “Divê çavên herkesi li vir bin.”

Navenda Nûçeyan – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî hilbijartina li navenda Şirnexê daxuyanî da. Rêxistina DEM Partiyê ya Şirnexê li ser hesaba xwe ya medyaya dîjîtal daxuyanî da û wiha got: “Li Şirnexê berxwedaneke mezin heye. Divê çavê herkesê li vir be. Li gorî girtekên îmzekirî em li pêş ketine!”

Parlamentera DEM Partiyê ya Şirnexê Newroz Ûysal Aslan jî wiha got: “Banga me li gelê me ye. Tevî her cure lîstikan em bi ser ketin. Hûn bi binçavkirina hevalên me yên ji karûbarên hilbijartinê berpirsyar û hevserokên me yên bajêr, bi veşartina girtekan nikarin bi ser bikevin. Em bang li gelê xwe dikin ku di nava aramiyê de bi partiya xwe re bikeve nava piştevaniyê û xwedî li vîna xwe derkeve. Ewlehiya hilbijartinê û vîna gel berpirsyariya hemû partiyên mûxalîf e. Em ê li vîna xwe xwedî derkevin, em ê bi awayê hiqûqî jî siyasî jî îtîrazên xwe bidomînin. Barkirina daneyên YSK’ê didome, em ji nêz ve dişopînin.”