DEM Partî: Jiyana koçberan ne mijara bazara navneteweyî ye

Komîsyona Koçber û Penaberan a DEM Partiyê, di daxuyaniya xwe ya ji bo 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê bal kişand ser bazarên navneteweyî yên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên kirin û destnîşan kir ku mafên penaber û koçberan ne mijara bazarê ye.

Navenda Nûçeyan - Komîsyona Koçber û Penaberan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), têkildarî 20’ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî bi sernavê “Demildest dawî li polîtîkayên ku dibin sedema paneberiyê û veberhênaniya şer bînin” hat dayîn.

Di daxuyaniyê de îşaret bi mudaxeleyên leşkerî yên li Rûsya-Ukrayna, Îsraîl-Filistîn û herêmên Kurdan ên li Sûriye û Iraqê hat kirin û wiha hat gotin: “Heya niha ji Lîbyayê heya Ukraynayê li ku derê şerek rûdabe, Tirkiyeyê ji bo wî şerî veberhênanî kiriye û hewl daye sûdê ji wan bigre. Bi vê re tevkarî bi çeteyên wekî DAIŞ’ê re kiriye û bûye sedema kûrbûna bêîstîqrariyê û tengkirina qadên jiyanê. Bi hinceta pêvajoya ‘Jinûveavakirinê’ ya Efganistanê tevkarî bi Talîbanê re kir û bazirganiya xwe ya bi Îsraîlê re didomîne. Desthilatdariya AKP’ê, xwe daxilî nava hemû pevçûnan dike û di her meseleyê de dubendiyê çêdike, heya ji dest tê bêîstîqrariya li herêmê kûr dike.” Her wiha hat destnîşankirin ku şer dibin sedema koçberiyê û bi vê koçberiyê re zemîna dijminatiya li hemberî biyaniyan tê amedekirin û penaber li cihên ku koçî wir dikin rastî muameleyên xirab tên.

‘Divê demildest hewldanên dagirkeriyê bên rawestandin’

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku penaber bi xetereya paşvegerandinê re rû bi rû dimînin û wiha hat gotin: “Navendên Paşveşandinê ku xwegihandina tenduristiyê li wan tê astengkirin, hema bibêje bûne warên îşkenceyê û muameleya xirab. Peymana Qebûlkirina Paşveşandinê ku bi Yekitiya Ewropayê re hatiye çêkirin û hê jî didome, sûc e. Nayê qebûlkirin ku mafên piranî jê siyasetmedarên Kurd ku ji ber darizandineke bêhiqûqî ji Tirkiyeyê sirgûn bûne û bi giştî koçber û penaberan û jiyana wan, bikevin ber bazariyeke navneteweyî.”

Di daxuyaniyê de ev daxwaz hatin kirin:

*Divê Tirkiye dawî li şerha erdnîgarî ya ku daxilî nava Peymana Cenevreyê kiriye bûne û demildest mafê îltîcayê esas bê girtin.

* Divê Navendên Paşveşandinê bên girtin û Wezareta Koçberî û Penaberiyê bê avakirin ku hemû pêvajoyên penaber û koçberan bi awayekî zelal bên meşandin û mafên wan bên mîsogerkirin.

* Divê Tirkiye demildest dawî li hewldanên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Rojava û Kurdistana Iraqê bîne û têkiliyên xwe yên bi çeteyên bermahiyên DAIŞ’ê yên ku şerê li Rojhilata Navîn kûrtir dikin, bi dawî bike.

* Divê Tirkiye piştevaniya gelê Filistînê bike û ambargoyê deyne ser Îsraîlê.

*Yekîtiya Ewropayê jî divê dest ji siyaseta xwe ya ku penaberan ji Ewropayê dûr dixe berde û dawî li têkiliyên xwe yên fîdyeyê yên bi Tirkiyeyê bîne.

* Li Tirkiyeyê divê dawî li asîmîlasyona di bin navê entegrasyonê de bê berdan û mekanîzmayên piştevaniya civakî bên avakirin.

* Demildest divê Peymana Stenbolê ya li dijî tundiya dewletê mafên jinên penaber û LGBTÎ+ yan diparêze esas bê girtin û qanûna 6284’an bi awayekî çalak bê pêkanîn.

* Divê dawî li pergala kedxwariyê ya keda penaber û koçberan dixwe bê anîn û pêşî li ber sendîkavaniya şert û mercên karî yên ewle diparêze bê vekirin û teqez divê pêşî li ber karkeriya zarokan bê girtin.”