DEM Partî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan ji bo ji bo biçin Îmralî serî li Wezareta Dadê dan.

Enqere – Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllari ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Dadê dan.

Serlêdan ji hêla Tuncer Bakirhan ve hate kirin û wiha hate gotin: “Tevî Hevseroka Giştî Tulay Hatîmogûllari em dixwazin bi Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin re hevdîtina rû bi rû bikin. Em dixwazin serlêdana me bê qebûlkirin.”