Dem Partî ji bo Şengalê bang kir
DEM Partiyê der barê Şengaliyên ku ji kampên Duhok û Zaxoyê ji ber provakasyona PDK’ê neçar man birevin daxuyanî da û got: “PDK a ku di dema komkujiyên DAIŞ’ê de xelkê Êzidî bi tenê hişt wê bibe berpirsyarê sereke yê komkujiyeke nû.
Navenda Nûçeyan – Di banga lezgîn a Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) de, hat ragihandin ku piştî daxuyaniyên pêşmergeyê berê Qasim Şeşo, civaka Êzidî bûye hedefa pêkhateyên radîkal. Hate diyarkirin ku ev tehdîd weke fermanên din ên ku Êzidî di dîrokê de bi wan re rû bi rû mane, dibe sedema komkujiyeke nû.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"DEM Partî: “Em hişyariyê didin PDK’ê û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê, vê lîstika metirsîdar tavilê rawestînin. Gelê Kurd çawa ku berê kir, wê îro jî mafê Êzidiyan ê jiyana bi ewle û aştiyane ya li xaka xwe biparêze. Divê civaka navneteweyî li dijî gefa nû ya komkujiyê, bikeve nava liv û tevgerê.”
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku xelkê Êzidî yê qedîm weke etno-baweriyek ku di herikîna dîrokê de 73 caran komkujî li wan hate kirin, îro careke din bi gefeke mezin a komkujiyê re rû bi rû ye ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye birêxistinkirin, metirsî heye ku ev gelê qedîm careke din bi gotinên şaş û metirsîdar ji holê bê rakirin.
‘Rêveberiya Hewlêrê şert û mercên giran li Êzidiyan ferz dike’
DEM Partî ragihand ku gefa nû ya ku bi destê rêveberiya Barzanî destpê kir, zemîna paqijiyeke etnîkî û bawerî ya bi rêk û pêk diafirîne û diyar kir, nêzî 150 hezar Êzidiyên ji êrişên qirkirinê yên DAIŞ’ê rizgar bûn, li Herêma Kurdistanê ya Federe di nava şert û mercên derveyî mirovahiyê de li binê konan asê hatine hiştin.
DEM Partiyê destnîşan kir ku rêveberiya Hewlêrê şert û mercên giran li Êzidiyan ferz dike, bi vî rengî neçar dihêle ku birevin derveyî welat û hate gotin; “Di vê demê de zêdeyî 100 hezar Êzidî neçar man xwe li welatên Rojavayî bigirin. Yên mayî jî rojên dawî bi banga ji hin mizgeftên li Zaxoyê têne kirin, dibin hedefa fermaneke nû. Bi hezaran Êzidiyên li kampên di bin kontrola PDK’ê de dimînin, ji ber gefê di nava neçariyê de hewl didin vegerin Şengalê.”
DEM Partî di berdevamiya daxuyaniya xwe de ev bang kir:
“PDK a ku di dema komkujiyên DAIŞ’ê de xelkê Êzidî bi tenê hişt û nehişt bêne parastin, wê bibe berpirsyarê sereke yê komkujiyeke nû.
Em hişyariyê didin PDK’ê û Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê: Vê lîstika metirsîdar tavilê rawestînin. Gelê Kurd çawa ku berê kir, wê îro jî mafê Êzidiyan ê jiyana bi ewle û aştiyane ya li xaka xwe biparêze.
Banga me li civaka navneteweyî ye: Yên ku di dema komkujiya DAIŞ’ê de li qetilkirina xelkê Êzidî temaşe kirin, eger çavên xwe ji vê qirkirina nû re bigirin wê bibin şirîkê komkujiyê. Rondikên derewîn wê nikaribin wijdanan paqij bikin.
Em bi taybetî bang li xelkê xwe dikin ku li hemberî gefan hişyar be. Partiya me wê mafê jiyanê yê xelkê me yê Êzidî, mafê jiyana bi rengekî azad û rêvebirina xwe bi xwe ya li ser xaka xwe bi biryardarî biparêze. Em li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin. Em bi hev re dengê xwe bilind bikin û vî sûcê li dijî mirovahiyê rawestînin. "