DEM Partî encamnameya civîna PM eşkere kir

DEM Partî encamnameya PM parve kir û di encamnameyê de wiha got: “Mezinkirin û mayindekirina xeta têkoşîna hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ya li dijî faşîzmê, erka me ya sereke ye.”

Navenda Nûçeyan- Meclisa Partiyê (PM) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) encamnameya cîvîna xwe ya di 21’ê tîrmehê de li dar xistî parve kir. Di encamnameyê de ji derveyî rojeva tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrişên dewleta Tirk li dijî Bakûr û Rojhilatê Sûriye û Herêma Federe a Kurdistanê gelek rojev derketin pêş.

Di encamnameyê de hat diyar kirin ku tifaqa AKP-MHP’ê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de şikestineke mezin xwarine û wiha hate gotin: “Rê li ber guherîna hedefên tifaqê vekir. Di mijara şirîkatiya xwe ya berjewendiyan de ketin nava hewldanên nû. Dixwazin di bin navê ‘asayîbûnê’ de xwe komî ser hev bikin.”

Di encamnameyê de hate îfadekirin ku bi taybet mezinkirina xeta têkoşînê erke herî bingehîne û ev tişt hate gotin:

“Li seranserî cîhanê desthilatên otorîter û faşîst pêş dikevin û gelên cîhanê jî di nava lêgerîn û têkoşîna azadî û demokrasiyê de ne. Hebûna Tirkiyeyê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hebûna Îsraîlê ya li Filistînê, li Rojhilata Navîn Îran, Rûsya û DYA û rewşa Ûkraynayê rê li ber şerên berjewendî û parvekirinê vedikin. Bi taybet jî polîtîkayên dagirkeriyê yên li Rojhilata Navîn ji bo desthilat û sermayeyê refah û rantê; ji bo gelan jî xizanî, birçîtî û hejariyê tîne.

‘Armanc îmhakirina gelê Kurd e’

Polîtîkaya dualî ya derve ya desthilatê têk çû. Tirkiyeyê hewl da ji hevsengiya hêzê ya di navbera DYA-Rûsyayê û ji nakokiyên dewletê herêmê sûd bigire. Lê ev polîtîka têk çû. Tekane armanca hemû têkiliyên bi derve re tên danîn, tekane armanca dîplomasî û bazariyên tên kirin, ji bo înkar û tunekirina kurdan û tunekirina destkeftiyên wan in. Hewldanên dawî yên ji bo hevdîtina bi Esad re jî nîşaneya vê ye. Tevahiya têkiliyên Tirkiye bi Iraq, Sûriye, Îran û dewletên herêmê re didane, ji bo tunekirina destkeftiyên gelê kurd in.” 

‘Em ê derfetê aştiyê bi afirînin’

Di encamnameyê de qala hilbijartinên li Ewropayê jî hate kirin û hat gotin ku li hinek cihan polîtîkayên rastgir û li hinek cihan jî alternatîfên cuda pêş ketine. Her wiha hilbijartinên li Îranê weke hewldanake lihevkirinê ya li dijî tesfiyeya hêzên emperyalîst hate nirxandin û wiha dom kir:

“Pir eşkere ye ku polîtîkayên şer hemû pirsgirêkên aborî û civakî kûrtir dike. Tecrîda mutleq a li Girava Îmraliyê li birêz Abdullah Ocalan tê ferzkirin, ji bo bloka desthilatê veguheriye meseleyeke man û nemanê. Li girtîgehan tehliyeya girtiyan tên taloqkirin û bi hezaran girtiyên nexweş di girtîgehên bi ‘tîpa bîrê’ de rastî tecrîdê tên. Divê çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd û hewldana demokratîkkirina Tirkiyeyê û polîtîkaya tecrîdê bi hev re bê nirxandin.

Desthilat, bi polîtîkayên şer û tecrîdê re neçareseriya pirsgirêka kurd kûrtir dike. Girêdayî vê jî aborî têk diçe û gel di nava xizaniyê de difetise. Li dijî tecrîd û polîtîkayên şer ên rêveberiya faşîzmê, em ê têkoşîna xwe mezin bikin û derfetên aştiyê biafirînin. Lewma berxwedana hevpar a gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ya li dijî polîtîkaya tayînkirina qeyûman bûye bersiv. Berxwedana li Wan û Colemêrgê mînakeke baş a berxwedana hevpar e.” 

Têkoşîna civakî ya li dijî hewldana xespkirina mafên jinan, li dijî qanûna qirkirina sewalan, ya li dijî qanûna pîşeyî ya mamosteyan û hwd. xwedî wê potansiyelê ye ku bloqa îktîdarê qels bike.

Hevdîtinên nan û edaletê wê berdewam bikin

Ji serdemeke gel di nava hejariyê dijî de tenê bi bernameyeke siyasî ya veguherîner û radîkal dikare encamên baş bi xwe re bîne. DEM Partiyê da zanîn ku dê bi vê armancê Hevdîtinên Nan û Edaletê veguherînin bernameya têkoşînê û dê çalakiyên xwe zêde bikin.

‘Mezinkirina xeta têkoşînê erka herî bingehîne’

Ji bo avakirina xeteke bihêz a li dijî bloka îktîdarê, ew ê tifaqa berfireh a “eniya ked û demokrasiyê” hîn bêhtir berfirehtir bikin û ev yek berpirsyartiya wan e. Bi domdarî hat gotin ku dê li dijî krîzên piralî xeteke têkoşînê ya piralî ava bikin ku derdor û nûnerên cuda yên civakê digire navxwe, xebatên tiraq-eniyê mezintir bikin. Encamname wiha domiya: “Mezinkirina xeta têkşîna hevpar a gelên Tirkiye û Kurdistanê û mayindekirina wê, erka me ya herî sereke ye.

Xurtkirina rêxistinên partiyê yek ji peywirên me ên sereke ne û di vê çarçoveyê de xebatên Dibistanên Partiyê hatine destpêkirin.”