DEM Partî: Em kesên ku komkujî pêk anîne şermezar dikin

DEM Partiyê bi boneya salvegera Komkujiya Çorumê daxuyanî da, diyar kir ku êrişa sistematik berdewam dike û wiha got: “Em bang dikin divê hafizeya dîrokî were parastin û bi rastiyê re hevrûbûnek çêbibe.”

Navenda Nûçeyan – Komîsyona Gel û Baweriyan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya salvegera Komkujiya Çorumê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 44 sal berê li Çorumê di êrişên nêzî mehekê berdewam kirî de gelek Elewî hatine qetilkirin, bi sedan hatine birîndarkirin û firoşgeh û malên Elewiyan hatine rûxandin.

‘Heta ku civakek di nava aştî û aramiyê de dijî tê avakirin jî dê têkoşîna me bidome’

Di daxuyaniyê de li gel Komkujiya Çorumê îşaret bi derdorên tarî yên dewletê jî cih girtin hate kirin û ev tişt hate gotin:

“Derdorên tarî yên di nava dewletê de cih girtin, mîna Komkujiya Mereşê ya di 1978’an de, di 1980’an de jî li Çorumê elewî hedef girtin. Komkujiya Çorumê ku di 29’ê gulanê de dest pê kir û heta 3’yê tîrmehê berdewam kir, weke lekeyeke reş di dîroka Tirkiyeyê de cih girt. Berxwedana gel wisan kir ku komkujî mezintir nebe û encama wê girantir nebe. Komkujî û êrişên sîstematîk ên li Çorum, Mereş û Sêwasê li dijî elewiyan hatine kirin, îro bi polîtîkayên pişaftin û tunehesibandinê tên domandin. Ev komkujî hêj weke roja ewil di bîra her kesên xwedî wijdan de ye. Ji bo ev komkujî careke din neyên kirin, divê hafizeya dîrokî were parastin û bi rastiyê re hevrûbûnek çêbibe. Em hemû canên xwe yên li Çorumê hatine qetilkirin bi rêzdarî bi bîr tînin û kesên komkujî birêxistin kirin jî şermezar dikin. Heta ku civakek di nava aştî û aramiyê de dijî tê avakirin jî dê têkoşîna me bidome.”