DEM Partî banga parastina sindoqan li her kesê kir

DEM Partî diyarkir ku hin peywîrdarên dewletê hewl didin ji sindoqekê zêdetir dengan bidin desthilatê hatine tesbîtkirin û got: “Em bang li herkesê dikin ji 7 salî heta 70 salî xwedî li vîna xwe derkevin û sindoqan biparêzin.”

Navenda Nûçeyan – Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî binpêkirinên ku di dema dengdayîn berdewam dike de qewimîne daxuyaniyeke nivîskî weşand.

DEM Partiyê diyar kir ku piştî ku beriya niha hilbijêrên sexte yên ku dê dengên xwe bidin AKP’ê hatin tespîtkirin û ji rayagiştî re hatin parvekirin îro jî peywîrdarên dewletê yên hewl dan ji sindoqekê zêdetir dengan bidin hatine tespîtkirin û dê giliyê wan bike.

DEM Partiyê di daxuyaniya xwe ya ku li ser hesaba xwe ya X’yê parve kir de wiha got: 

“Em bi müşahit, peywîrdarên xwe yên dibistan û sindoqan, parlamenter û rêveberên xwe ve li ser sindoqan e. Beriya niha hilbijêrên sexte yên ku dê dengên xwe bidin AKP’ê me tespît kiribûn û ji rayagiştî re parve kiribûn. Îro jî hevalên me ev hilbijêrên sexte li ser sûç girtin û belgekirin. Peywîrdarên me yên partiyê tespîtkirin ku peywîrdarên dewletê hewl dane ji sindoqekê zêdetir dengan bidin desthilatê. Me ev yek belgekiriye û em ê giliyê wan bikin.

Desthilat çi dike bila bike nikare serbikev. Vîn û biryardariya gelê me dê her cure hîleyê vala derxîne. Em bang li herkesê dikin ku ji 7 salî heta 70 salî  xwedî li vîna xwe derkevin û sindoqan biparêzin.”