DEM Partî: Şoreşa Rojava bu îlhama tevgerên jinan ên li hemû cîhanê

Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEM’ê (MYK) bi boneya 12’yemîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Enqere - Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 12’emîn salvegera Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku parastina şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêk hat, berpirsyariya herî bingehîn e.

Daxuyaniya ku DEM Partiyê bi sernavê “Di 12’emîn salvegera wê de Şoreşa Rojava pîroz be” weşand wiha ye:

“Şoreşa Rojava ya ku berî niha 12 salan bi pêşengiya Kurdan, jinan, ciwanan, gelên herêmê, komên baweriyan û bi piştevaniya tevgerên navneteweyî bi pêş ket, careke din li hemû gelên cîhanê pîroz be. Silav li kesên ku li dijî hovîtiya DAIŞ’ê, li dijî tarîtî û zilma ku zîhniyeta DAIŞ’ê xwest li Rojhilata Navîn û li tevayî cîhanê belav bike, li ber xwe dan. Silav li kesên ku rûmeta mirovahiyê ji hovîtiya DAIŞ’ê rizgar kirin, têkoşînek bêhempa dan meşandin û bedelên giran dan.

Şoreşa Rojava bu îlhama tevgerên jinan ên li hemû cîhanê

Şoreşa Rojava ne tenê şoreşeke wisa ye ku li parçeyekî biçûk a cîhanê pêk hatiye û ne tenê li ser esasê destkeftiyên gelekî ye; şoreşa jinan e li dijî kesên ku bi rêbazên hovane xwestin jinan kole bikin û li bazaran bifiroşin e. Şoreşa Rojava; bi pêşengiya jinan pêk hat û Kurd, Ereb, Tirkmen, Misilman, Xiristiyan, Elewî û Êzidî bi hev re ji bo siberoja xwe li ber xwe dan, berdêlên giran dan û bi hev re biryara siberoja xwe diyar kirin. Şoreşa Rojava şoreşeke enternasyonalîst e ku bi hevgirtina gelên cîhanê pêk hat û siberoja tevayî cîhanê ji tarîtiyê rizgar kir. Nîşaneya berxwedan û avakirina jiyana nû ya mirovahiyê ye. Şoreşa Rojava ya ku têkoşîna azadiya jinan tacîdar kir, bû mînaka herî berbiçav ji bo cîhanekê ku azadiya jinan diparêze û li dijî netew-dewletê, neteweya demokratîk ava kir. Bu hêvî ku pergalên ku xwe li ser neyartiya jinan ava bûne dikarin bên hilweşandin. Şoreşa Rojava ku felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ di jiyanê de pratîk kir, bû îlhama tevgerên jinan ên li hemû cîhanê û ev tecrubeya li Rojava bi taybetî ji bo jinên Rojhilata Navîn û rêxistinên jinan ên li hemû cîhanê motîvasyon û hêviyeke têkoşînê afirand. Ji ber van taybetmendiyan îro gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bin êrişên hêzên alîgirên DAIŞ’ê de ye.

Şoreşa Rojava nîşan da ku tekane çareserî jiyana hevpar û wekhev e

Di destpêka şerê navxweyî ya Sûriyeyê de gelê Sûriyeyê neçar ma di navbera rejîma heyî û zihniyeta DAIŞ’ê de tercihekê bike. Gelê Kurd û dostên wan bi Şoreşa Rojava peyitandin ku rêyeke din pêkan e û tekane çareserî jiyana hevpar û wekhev e ku li ser bingehên demokratîk ava dibe. Şoreşa Rojava ne tenê hovîtiya DAIŞ’ê têk bir, herwiha li dijî êrişên hêzên alîgirên DAIŞ’ê pêvajoyeke şoreşgerî ya bêhempa û berdewam ava kir. Vê şoreşê hemû polîtîkayên qirêj têk birin ku di sala 2011’an de herêm xistibûn nava kaosê û gel kiribûn penaber û koçber.

Armanca desthilatdaran ew bû ku rê li ber modela jiyana demokratîk bigrin

Armanca wan kesên ku duh li Sûriyeyê alîgiriya DAIŞ’ê kirin ew bû ku destkeftiyên gelê Kurd desteser bikin û rê li ber modela jiyana demokratîk bigrin. Lê belê barbariya DAIŞ’ê bi berxwedana gel hat şikandin û alîgirên DAIŞ’ê jî pê re têk çûn. Yên ku êrişî Rojava kirin û bi her awayî heqaret li rejîma Sûriyeyê dikirin, niha bi armanca înkarkirin û tunekirina Kurdan û jiholêrakirina şoreşa herêmê, bi rejîma Sûriyeyê re hewl didin têkiliyan pêk bînin. Em ji vir careke din hemû derdorên têkildar hişyar dikin; li van axan tu armancên ku çareserî nahewîne, wê bi ser nekeve. Hûn nikarin bi şer, wêrankirin û barbariya DAIŞ’ê bi ser bikevin, lewma dest ji hewldanên qirêj berdin û vîna gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nas bikin. Eger hûn li diyalog û muzakereyê digerin, serî li Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixin ku modela jiyana herî adil, rewa û demokratîk afirandiye. Ji ber ku Şoreşa Rojava ji bo tu kesî ne xetere ye û tekane rêya jiyana bi hev re û di nava aştiyê de li vê erdnîgariyê ye.

Parastina şoreşê berpirsyariya me ya bingehîn e

Her wiha em bang li gelên cîhanê û hêzên navneteweyî jî dikin ku qîmeta şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dizanin; êrişên li dijî Şoreşa Rojava û bêdengiya li dijî van êrişan her du jî sûc in. Parastina vê şoreşa ku bi pêşengiya jinan pêk hat û diyariya hemû cîhanê ye, berpirsyariya me ya bingehîn e.

Dê têkoşîn heta dawiyê bidome

Di serî de gelê me û hemû gelên dildarên Şoreşa Rojava, ji bo xwedîlêderketin, domandin û berfirehkirina Şoreşa Rojava wê têkoşîna xwe bidomînin. Gelên ku bi pêşengiya jinan li ber xwe didin do bi ser ketin û sibê jî wê serkeftinên mezintir bi dest bixin