‘Dem dema mirovatiyê ye, em ji bo alîkariyê amade ne’

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk û hikumeta Şamê ve astengkirina alîkariyên ji bo mexdûrên erdhejê şermezar kir, nameyek radestî Nûnertiya NY a Qamişlo kir û daxwaza vekirina dêriyan li pêşiya alîkariyan kir.

Qamişlo – Dewleta Tirk, çeteyên girêdayî wî û hikumeta Şamê tevî karesata ku di 6’ê Sibatê de bi erdhejê re rû da, dîsa jî kareseta ku bi ser gel de hatiye li gorî berjewendiyên xwe yên dijmirovî tevdigere. Her wiha nahêlin ku alîkarîyên ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatine pêşkêşkirin, ji bo herêmên ku zirar gihaye wan re, derbas bibe. Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê bi tevlîbûna partiyên siyasî û şêniyên bajêr ji milê dewleta Tirk û hikumeta Şamê ve ji bo mexdûrên erdhejê yên Sûriyê astengkirina alîkariyan li pêşiya Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermezar kirin û nameyek radestî wan kir.

‘Rêveberiya Xweser bi gel re bi erkê xwe yê mirovî rabû’

Piştî radeskirina nameyê daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis hat dayîn.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Destpêkê em sersaxiyê ji malbatên qurbaniyên erdhejê ya ku li Bakurê Kurdistan, Tirkiyê û Sûriyê çêbû, dixwazin. Her wiha em şîfayeke acil ji birîndaran re dixwazin. Tevahî gelê Sûriyê û bi taybetî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di rewşeke şer û aloziyekê re derbas dibe ku di van salên dawî de şerê li hemberî terorê didin meşandin. Li hember gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ambargoyeke ji aliyê dewleta tirk, çeteyên pê ve girêdayî û Rejîma Sûriyê ve tê meşandin û di vê erdheja ku çêbûye ev alozî zêdetir bû. Rêveberiya Xweser bi gelê xwe re ji bo alîkarî û destekdayînê ji bo kesên ku zirar dîtin, dest bi kampanyayên cuda li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin û bi hemû derfetên xwe bi rekê xwe yê mirovî û exlaqî rabû.

‘Dewleta Tirk û Sûriyê karwanên alîkariyê astengdar dikin’

Mixabin dewleta Tirk û Sûriyê derbasbûna karwanên alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê astengdar dikin û nahêlên ku derbas bibin. Di demekê de ku Rêveberiya Xweser bangawazî ji hemû hêzên navneteweyî kir ji bo ku alîkarî derbas bibin, dîsa jî dewleta Tirk û Sûriyê rê nevekiriye li pêşiya alîkariyên Rêveberiya Xweser û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Pêwîste di rewşeke wiha de her kes bi erk û berpirsyariya xwe ya parastina mirovan û gelê herêmê rabe û hemû dêriyên di navbera me de bên vekirin li pêşiya alîkariyan. Kombûna me ya îro jî li ser vî esasî ye ku hemû sînor û bi taybet dêriyê Til Koçer bê vekirin ji bo ku her kes bikaribe alîkariya gelê Sûriyê bike yê ku di encama erdhejê de rastî karîsetekê hat. Em nameya Rêveberiya Xweser û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybetî digihînin Neteweyên Yekbûyî û hemû hêzên navneteweyî. Rêveberiya Xweser hemû dêriyên xwe li pêşiya alîkarî û xizmetê vekiriye ji bo ku alîkarî bigihêje bajarên ku zirar gihaye wan. Gereke xwestekên me bi cih bibin.”

‘Dem dema mirovatiyê ye, nakokiyên siyasî bidin alîyekî’

Seroka Desteya Jin a Herêma Cizîrê Evîn Paşo têkildarî heman mijarên destnîşan kir ku dem dema mirovatiyê ye ku xwedî li gel bê derketin û nakokiyên siyasî bidin werin alîyekî di vê dema hesas de û wiha pê de çû: “Gelê Sûriyê di van 12 salan de gelek êş kişand û vê erdhejê jî zehmetiyên wê dijwartir kir. Di rewşên wiha hesas de pêwîst e ku dewleta tirk û Sûriyê nakokiyên siyasî bidin alîyekî, dem dema mirovatiyê ye. Divê hestên mirovahiyê li pêş bin di vê felaketê de, mixabin tevî ku kareseta çêbû geleke dijwar bû, bi hezaran qurbanî çêbûn, bi deh hezaran birîndar û wendayî hene jî dîsa nêzîkatiyên siyasî tên kirin. Heta vê kêliyê karwanên alîkariyê yên Rêveberiya Xweser li ber dêriyê Um-Cilûd in û li bendî derbasbûnê ne.”

Rêveberiya Xweser nameya xwe radestî Nûnertiya Neteweyên yekbûyî (NY) a bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.