Deklarasyona Newrozê diyarbû: Jin wê bi raperîna xwe agir gur bikin

Li Amedê Xebata Tifaqa Kurdistanî bi rojeva Newrozê civiya û deklarasyona Newrozê eşkere kir.

Amed – Di çarçoveya Xebata Tifaqa Kurdistanî ya Newrozê de nûnerên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Şoreşgerên Demokratên Kurd (DDKD), Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Partiya Komunist a Kurdistan (KKP), Platforma Demokratên Kurd (PDK-Bakur), Partiya Demokrata Kurdistan-Tirkiye (PDK-T) û Partiya Azadî yên di Xebata Tifaqa Kurdistanî de cih digirin, têkildarî pilansaziya pîrozbahiyên Newroza 2021’an li otel a navçeya Sûra Amedê civiyan û deklarasyona Newrozê eşkere kirin. 
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Serokê Giştî yê PDK-T’yê Mehmet Emîn Kardaş, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayettullah Aşitî, nûnerên partiyên siyasî û pêkahetan beşdarî civînê bûn. 
Li eywana civînê pankarta dirûşma Newroza îsal “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" û her wiha pankartên bi nivîsên “Jin wê bi îsyana xwe agirê Newrozê geş bikin”, “Newroz ji bo azadiya gelan doz e, ji bo yekîtiya kurdan soz e” û “Agirê Newrozê geş bikin, tecrîdê bişikînin” hatin daliqandin. 
Deklrasyon ango daxuyaniya Newrozê ya bi kurdî ji aliyê Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç û ya metna tirkî jî ji aliyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz ve hat xwendin. 
Deklarasyona Newrozê
Deklarasyona bi sernavê "Cejna Newrozê Li Netewa Kurd Pîroz Be" wiha ye:
"Di dîrokê de, ahengeke piralî û hevsengî di navbera xweza, demsal û mirovahiyê de heye. Hatina biharê, guherîna demsal û xwezayê bandora xwe herî zêde li ser civakan dike. Bi hatina biharê re tengahî û astengiyên civakî hêdî hêdî ji holê radibin. Ji bo wê bi hezaran sal e, hatina biharê bi coşeke mezin û pêşwaziyeke bêhempa ji aliyê gelan ve hatiye pîrozkirin. Hatina biharê xunaviya vejînê li ser gelan dibarîne û dibe mizgîniya siberojeke ronî. Lewre jî bihar Newrozê, Newroz berxwedanê, berxwedan jî azadiyê tîne.
Di Rojhilata Navîn de, di asya navîn de u gelek deverén cihané de bi helwest û bi cûreyên cuda cuda Newroz té pîroz kirin. Lê çi dibe bila bibe Newroz bi sed salaye ku ji Kurdan re bûye cejna netewî. Çirîsên agirê Kawa li çol û çiyayê heremê belevbûn, şewqa agirê Kawa çiya şiyar û rohnî kir. Bi vê şewq û wan çirîsên agirê Kawa êw kesên ku ji ber zilma Dahak reviyabûn, koç kiribûn li hev kom bûn û li ber agirê Kawa cejna Newrozê afirandin. Reqs û govend li dar xistin, ji wê rojê heta iro ew agir bû roja cejn û azadiyê.. Cejna Newroz diyariya gelê kurd e ji hemû gelén heremê re. 
Newroz bîranîna vê tekoşînê ye û nîşana kesên di vê tekoşînê da li gel mezlûman tevdigerin, piştevaniya heq û dadî dikin. Newroz di her sal 21'é Adarê da geşkirina hişmendiya Kawaye, li hember Dehakên serdemê.
Em Newroza 2021’an, di qonaxeke dîrokî de di nav gelek zehmetî û astengiyan de pêşwazî dikin. Di serdema îroyin de him li cîhanê, him li Rojhilata Navîn û him jî li Kurdistanê, alozî her ku diçe kûrtir, zext û zordariyên Dehaqan zêdetir dibin. Ew hêz dixwazin gelan bifetisînin û desthilatiya xwe qayîm bikin. Ji Efrînê heta Girê Spî, Serêkaniyê û Kerkûkê, ji Rojhilat heta Bakûr gelê Kurd bi êrişên giran re rû bi rû ye.
Dixwazin him daxwaza azadiyê ya ku bi ruhê Newrozê re bûye yek, him jî destkeftiyên gelê Kurd ên ku bi têkoşîn û berdelên mezin hatine bidestxistin tune bikin. Tecrîda giran a li ser birêz Ocalan u li tevahiya girtigehan da li ser girtiyén siyasi hatiye avakirin, zext û fişarên li ser gelê Kurd û zimanê Kurdî, êrişên li dijî îrade û hebûna Kurdan îro gihiştiye asta herî bilind. Ev tev nîşanên înkarkirina gelê Kurde.
Bêguman Newroz ji bo miletê kurd xwedî wateyek pîroz e! Bi têkoşîna Kawayê hesinkar ala Newrozê digehe asta herî bilind. Newroz roja serhildanê ye li hember zordarî, zulm û her cûreyê ne mafitiyê ye. Ev bêmafîtî ne qedera me ye,ew zulm û zordariya Dehek bi gûrzê Kawa hat hilweşandin.
Di her Newrozê de têkoşîna azadiyê a miletê Kurd bi awayek xurttir û geştir derdixe holê. Her weha Newroz diyariya gelê Kurd, ji bona hemû gelên mezlum yên li Dinyayê û hemû komên bindest re nîşana azadiyê ye û nîşaneke dîrokî a tekoşîna li hember zordarî û neheqiyê ye.
Îro li Kurdistanê, polîtîkayên şer û tûnekirina miletê Kurd zêdetir dibin. Lê divê em bi rêxistinîbûyîn û bi biryarbûn, xwe li hember van êrîşan her xurt bikin. 
Îro em dikarin bi sekna xwe tesîrek mezin li ser qedera xwe bikin û vê bixin pêngavek girîng a destxistina azadiyê. Ji ber vê yekê divê em ji her demê zêdetir bi hev ra, bi fedekarî tevbigerin û berpirsiyariya parastin û pêşvebirina yekitî û hêzbûnê bi cih bînin.
Her weha ji bo xebatên yekitiya netewî yên li Başûr û Rojava yê Kurdistanê divê piştgirî bê dayîn. Her pêngav û hewla netewî gelek bi qîmet e. Yekitiya netewî, ji bo têkoşîna azadiyê pêviste.
Em dizanin ku pirsgirêka herî mezin a Rojhilata Navîn pirsgirêka Kurd e. Çareseriya vê pirsgirêkê nasîna miletê Kurd û teslîm kirina mafê Kurda ye. Sedemê vê pirsgirêkê yên ku ji çareserî û aştiyê direvin, krîz û pirsgirêkên mezin derdixine holê dîsa ew in.. Newroz ji bo gehiştina van armancan bi mîsyona xwe a dîrokî îlhama herî mezin e. 
Bi van hest û nérinan da em di bêjin; Em ê bi agirê Kawayê hesinkar govenda azadiyê girê bidin, bi hemû rengên xwe yekîtiyê xurt bikin.
Em Newroza 2021’an bi dirûşmeya ‘Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin’ pîroz dikin. Newroz cejna xwişk u biratiyê, xemla aştiyê, helwesta yekîtiyê, silava biharê û mizgîniya azadiyê ye. Newroz li hemû gelên herêmê pîroz be!"