Dê sibe rewşa Makbule Ozer a 81 salî diyar bibe

Rewşa Makbûle Ozer a 81 salî ku ATK’ê derbarê wê de rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” dabû wê sibe diyar bibe.

Wan- Bi îdiaya ‘Alîkarî daye rêxistinê’ 2 sal û mehek cezayê girtîgehê li Makbûle Ozer a 81 salî hatibû birîn û di 9’ê Gulana 2022’an de hatibû girtin. Piştî cezayê wê ji bo salekê hate taloqkirin, di 7’ê Îlona 2022’yan de hatibû berdan. Hêj nediyar bûye bê ka Makbule Ozer a 81 salî careke din bikeve girtîgehê yan na.

Saziya Tipa Edlî (ATK) derbarê Makbule  Ozer de raporeke nû amade kir û îdia kir ku “dikare di girtîgehê de bimîne.” Hat ragihandin ku bi rapora nû re wê Makbule Ozer cardin bikeve girtîgehê. Malbat û parêzerên Makbule Ozer ji bo nekeve girtîgehê serî li dozgeriyê dan.

Têkildarî mijarê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamya (MA)  bi keça Makbule Ozer, Naîme Ozer re hevdîtin kir. Naîme Ozer diyar kir ku wê Serdozgeriya Komarê ya Wanê biryara xwe jinûve binirxîne û wiha got: “Dozgeriyê ji me re got; ‘sibe nebin girtîgehê.’ Dê biryar jinûve bê nirxandin. Yan wê bêjin bila bikeve girtîgehê yan jî wê dîsa bişînin ATK’ê. Dê biryar sibe bê dayîn.”