‘Dê parêzer roja hilbijartinê li qadê bin’
Endama Lijneya Rêveber a Baroya Amedê parêzer Gevriye Atli diyar kir ku têkiliya binçavkirin û girtina kesan bi hilbijartinê re heye û got ku dê roja hilbijartinê li her derê bin û bi girtina kesan dê pergal negihîne armanca xwe.
MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed – Ji bo hilbijartina 14’ê Gulanê ya serokomarî û ya giştî ya parlamenteriyê çend roj man. Her ku roja hilbijartinê nêz dibe, zextên desthilatdariyê yên li ser beşên mixalif jî zêde dibin. Di nava hefteyek de bi operasyonên ku navenda wan Amed, Enqere û Stenbol bûn, namzedên parlamenteriyê, siyasetmedar, hunermend û rojnameger jî di nav de 200 kes hatin binçavkirin. Li Amedê 4 jê parêzer, 6 ji wan jî rojnameger, ji kesên ku hatibûn binçavkirin 51 kes hatin girtin. Endama Lijneya Rêveber a Baroya Amedê Parêzer Gevriye Atli diyar kir ku van operasyonan nîşan didin ku ewlehiya hilbijartinê tune ye û got ku tevî hemû astengiyan jî ew ê roja hilbijartinê sindoqan biparêzin.
‘Bi operasyonan hewl didin beriya hilbijartinê fikaran çêbikin’
Gevriye Atli bal kişand ku operasyonên siyasî li dijî hilbijartinê pêk hatine û diyar kir ku hewl didin muxalefetê bi riya darazê bêdeng bikin û wiha domand: “Ev operasyonên ku çend roj beriya hilbijartinê çêbûn, ewlehiya hilbijartinê dixin xeterê. Li herêmê der barê 25 parêzeran de biryara binçavkirinê hat girtin, ev parêzer hemû di hilbijartinê de peywirdar in. Armanca wan ew e ku beriya hilbijartinê fikaran çêbikin û raya giştî bitirsînin. Me pêvajoyên wiha gelek caran dîtine, em ê tu carî bêdeng nemînin û têkoşîna xwe bidomînin.”
‘Dê têkoşîna me bidome’
Tevriye Atli bal kişand ku li ser îfadeya mirovekî operasyon hatine lidaxistin û hempîşeyên wan hatine girtin û wiha got: “Parêzer û rojnameger ji ber pîşeya xwe hatin darizandin. Ger bi îdiayên eletewş, bi deha parêzer werin binçavkirin, diyar dibe ku li welat hiqûq tune ye. Bi operasyonên wiha hewl didin pêşî li parêzeran bigrin. Parêzer, baro, OHD û komele dê tu carî dest ji karê xwe bernedin û têkoşîna ji bo heqîqetê bidomînim.”
‘Roja hilbijartinê em ê ji bo parastina sindoqan li her derê bin’
Gevriye Atli ragihand ku dê roja hilbijartinê li her derê bin, ji bo vê yekê dest bi xebatên xwe kirine. Gevriye Atli diyar kir ku dê desthilatdarî bi binçavkirin û girtina kesan negihîje armanca xwe û wiha got: “Weke Baroya Amedê 2 sal in ji bo ewlehiya hilbijartinê xebat didomin. Ew ê bi van operasyonan negihîjin armanca xwe. Wekî baro em ê di hilbijartinê de heta dawiyê bixebitin, rê nedin tu bêhiqûqiyê. Em roja hilbijartinê her bûyera bêhiqûqî û binpêkirina mafan qeyd bikin û ji bo binpêkirin çênebin çi ji destên me were em ê bikin.”