Dê li 11 bajaran “Forûmên Jinan ên EŞÎK’ê” bê lidarxistin

Platforma Jinan a EŞÎK’ê ku beriya hilbijartinê li 11 bajaran forûm lidar bixe, gefên li dijî destkeftiyen jinan, têkoşîna jinan û daxwazên hevpar biaxive.

Navenda Nûçeyan- Platforma Jinan a Ji Bo Wekheviyê (EŞÎK) a daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ku bi armanca beriya hilbijartinên 2023’an daxwazên xwe ragihînin û hevkariyê wê “Forûmên Jinan ên EŞÎK’ê” li dar bixin. Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku destpêkê navnîşana ewil a “Forûmên Jinan” ku dê li 11 bajaran li dar bixin Wan e. Piştî foruma ku dê di 1’ê cotmehê roja Şemiyê li Baroya Wanê bê lidarxistin, forûma duyemîn jî dê di 2’ê cotmehê de li Navenda Çanda Ataturk a Şaredariya Edîrneyê bê lidarxistin. Di forûman de gefên li dijî destkeftiyen jinan, têkoşîna jinan û daxwazên hevpar bên axaftin. 

“Em ê dîwarên stûr ên siyaseta mêrsalarî bi hev re derbas bikin

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Xebatên hilbijartinan bi hemû leza xwe didomin. Desthilat ji milyonan jinan re zêdetir zext, cihekarî û tundiyê pêvetir tiştekê nade. Xelate dide kesên ku kujerên jinan cesaret dikin û gotinên nefretê dibêjin. Di bernameyên ku heta niha tifaqên muxalefetê aşkere kirin de ji bo wekheviya zayendî ya civakî pêk were, polîtîkayên giştî ku Peymana Stenbolê peşkeş kirine kêm mane, yek ji krîza girîngtirîn krîza wekheviyê ya diqewime li ber çavan nehatiye girtin, ji bo ji vê hilweşînê xelas bibin bergiriyên lezgîn pêşniyar nekirine. Ji ber vê yekê, weke Platforma EŞÎK’ê, girîngiyeke jiyanî ye ku em behsa 5 daxwazên xwe yên lezgîn bikin ku me di sala 2020'an de biryar daye, hevpar bikin û careke din bînin bîra hemû muxatabên xwe. Ji bo em dîwarên stûr ên siyaseta mêrsalarî bi hev re derbas bikin, li hev bicivin û hevgiriyê nîşan bidin, em di Forumên Jinan ên EŞÎK’ê de bi jinên ji hemû nêrînên siyasî û beşên civakî re tên cemhev.”

“Em dixwazin jiyaneke tijî hêvî bijîn”

Dema ku em di erefeya hilbijartineke girîng de ne, em ê bi rengekî herî xurt nîşan bidin ku hilbijartina jinan a li tevahiya welêt wê alîgirê siyaseta laîk, demokratîk, adil, wekhev û hemû mafên rêzdar be. Em dixwazin jiyaneke tijî aştî û hêviyê, li cihê ku em lê ne wekhev û azad bijîn, li wir rastî zext, tundî û cihêkariyê neyên. Em jiyaneke wiha heq dikin. Em ê rêwîtiya xwe ya wekhevî û azadiyê ya ji bajarên din, di tevahiya cotmeh û mijdarê de bidomînin.”

5 daxwazên lezgîn jî wiha hatin rêzkirin: 

“* Dest ji mehandina mafê me yê hemwelatîbûna wekhev berdin.

* Dest ji gotin û hewldanên ku gefan li mafên me dixwin berdin. 

* Ji bo mafê me yê jiyaneke bêtundî ya li malê, li kar, li kolanan, li hemû jiyana civakî bidomînin planeke çalakiyê ya lezgîn bi cih bînin.

* Perwerdehiyê bikin wekhevîxwaz, ji cihekariyê dûr, zanistî, laîk û bêpere. 

* Ji bo mekanîzmayên astengkirina tundiyê ya li cihê kar û kreşê, ji bo îstîhdama wekhev, polîtîkayên bibangor bisepînin.