Dê komxebata 'Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk' bê lidarxistin

Dê li Beyrûtê komxebata “Bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk” a li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pevçûnên cîhanê û bandorên wê û geşedanên li Rojhilata Navîn bê lidarxistin.

Navenda Nûçeyan - Kongreya Federal a Daîmî ya Lubnanê, bi hevkariya Komeleya Çandî ya Newrozê, Platforma Rojhilatê ya Pirçandî, Democratia Novu Orao Seclorum û RESILIENT BEIRUT li Beyrûta paytexta Lubnanê, di 13-14’ê Hezîranê de bi dirûşma "Riya ku diçe aştiyê, bi hev re ji bo Rojhilata Navîn a demokratîk" dê komxebatek lidar bixe.

Ji 10 welatan dê beşdar bibin

Zêdeyî 80 parêzer, siyasetmedar û rewşenbîr ji 10 welatên Rojhilata Navîn û cîhanê yên weke Lubnan, Iraq, Tûnis, Sûdan, Filistîn, Urdun, Misir, Afrîkaya Başûr, Îran, Tirkiye, Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kurdistanê, dê beşdar bibin. Di komxebatê de li ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, krîza cîhanê û bandorên wê, rola netewa demokratîk û jinê, rêbazên xebatên hevpar ên ji bo pêkanîna konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn, wê werin nîqaşkirin.

Têkoşîna gerdûnî û rêbazên çareseriyê dê bêne gotûbêjkirin

Di roja ewil a komxebatê de wê ji aliyê damezrîner û Sekreterê Giştî yê Platforma Daîmî ya Federal a Lubnanê Alferd El Reyaşî û ji aliyê mêvanan ve axaftin bên kirin. Piştre jî wê mijarên rûniştina yekem û duyemîn werin nîqaşkirin. Di rûniştina yekem de wê “Pêkoşîna cîhanî û bandorên wê yên li Rojhilata Navîn” bê nîqaşkirin. Di danişînê de, nakokiyên cîhanê, sedem û bandorên wê yên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, bandorên krîza li Lubnanê û rêbazên çareseriyê wê werin nîqaşkirin. Her wiha dê pirsgirêka rêveberiya li Rojhilata Navîn jî bê nirxandin.

Sîstema îşkenceya li Îmraliyê wê were nîqaşkirin

Di rûniştina duyemîn de wê sernavê “Hikûmeta gel û astengiyên li pêşiya wê” bê nîqaşkirin. Komploya Navneteweyî ya li dijî Abdullah Ocalan, sedemên wê, rewşa Abdullah Ocalan, pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê û têkoşîna têkbirina komployê wê werin nîqaşkirin.

Dê şoreşa jinê bi sînevîzyonê bê nîşandan

Di roja duyemîn û dawî ya komxebatê de jî wê rûniştin bên lidarxistin. Di rûniştina sêyemîn a komxebata bi sernavê “Li Rojhilata Navîn bingehên Ronesansê” de, wê şoreşa fikrî û exlaqî, neteweya demokratîk û şoreşa jinê were nîqaşkirin û sînevîzyona li ser şoreşa jinê were nîşandan. 

Di rûniştina çaremîn a komxebatê de wê bi sernavê "Ber bi Rojhilata Navîn a demokratîk ve" nîqaş bên kirin. Di vê rûniştinê de stratejiya hevpar a avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk, xebatên hevpar ên ji bo pêkanîna konfederalîzma demokratîk li Rojhilata Navîn û rêbazên çareseriya pirsgirêka penaberan a li herêmê bi taybet li Sûriyeyê wê bên nîqaşkirin.

Komxebat wê bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bibe.