Dê jinên Kurd li ser mijara êrîşên dewleta Tirk ên ser Kurdistanê bicivin
Jinên Kurd ên li Ewrupayê dê têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên ser Kurdistanê 5’ê Îlonê şêwirekê li dar bixin.
Navenda Nûçeyan - Têkilî şêwra jinên Kurd a 5’ê Îlonê dê li Ewropayê pêk were daxuyaniyek hate parvekirin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ''Di serî de xetera dagirkeriyê, talankirina nirxên serzemîn û binzemîn, êrîşên li ser sirûştê, zêdekirina hezên mîlîtarîst me jinên Kurd mecbûr dike ku em helwestaxwe derxînin pêş. Jin li derveyî qeyran û aloziyên li Kurdistanê nînin, ji ber ku bi guhertinên demografik, koçberî, siyaseta bişaftinê, qutkirina derfetên darayî rasterast erişî ser jîyana jinên Kurd dikin.''
Di daxuyaniyê de bal hat kişandina ser zoriyên penaberiyê û ev tişt hatin ziman: ''Ji ber rewşa Kurdistanê ya kolonî, bi qasî 2 mîlyon Kurd li Ewropayê ne. Bi pirranî jî, bi penaberî li wan deran jiyaneke bi zor û zehmetîyan dijîn. Dewletên Ewropî jî, ji ber berjewendîyên bazirganîya xwe li gel dagirkerên Kurdistanê dimeşin. Ev sedemên girîng in ku jinên Kurd ên li derveyî welat dengê xwe bildind bikin. Qedera jiyana jinên Kurd ên li Ewropayê jî,bi geşbûna şer, krîza ser Kurdistanê tê ferzkirin ve giredayî ye. Loma di şêwira jinên Kurd de rojeveke sereke ew e ku wêneyê rewşa jinan a li Bakur, Rojhilat, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û li derveyî welat derbikeve holê. Li aliyê din jî, berî her tiştî pewîstiya rewşa taybet a pêkhateyên civakên Kurdistanê,yên wek Êzîdî, Sersor (Alewî), Feylî, Zerdeştî, Horamî, Yaresan, Kakeî û Misilmananbi yekîtiya neteweyî heye. Divê jinên Kurd ên wan pekhateyan jî, di derbarê pirsgirêk û zehmetîyên wan de biaxivin. Beşek ji vê şêwirê jî,divê li ser avakirina yekîtiya neteweyî ya bi çavên jinan be. Ji ber ku bi tegihiştineke rast a yekîtiya neteweyî jin dikarin derftên dîrokî yên ku îro bi kar bînin.
Bi taybetî, ji ber ku krîzên giran yên dewletên wek Tirkiye, Îran, Iraq û Suriyê jî, derfet avakirine ku Kurd bikarin xwe ji dagirkeriya wan dewletan rizgar bikin. Ji bo we jî yekîtî hewce ye. Lê siyaseta yekîtiya neteweyî ya ku jinan ji derve dihele, ne siyaseta yekîtiya neteweyîya rast e. Bi vê şêwirê jinên ji rêxistinên siyasî û civakî nêrînên xwe yên di derabarê têgihîştîna jinan ya ji bo yekîtiya neteweyî wê bînin ziman.''