Dê jinên Fransa li dijî qedexeyên kurtajê derkeve kolanan
Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Fransayê da xuyakirin, ku ew ê 25'ê Îlonê li dijî qedexeyên kurtajê derkevin kolanan.
Navenda Nûçeyan- Yekîtiya Jinên Sosyalîst a Fransayê (SKB) daxuyaniyeke nivîskî da û ragihand ku ew ê di çarçoveya 28'ê Îlonê Roja Çalakiya Navneteweyî ya ji sûc derketina Kurtajê derkevin kolanan. SKB diyar kir ku çalakiyên xwe di 25’ê Îlonê de li pêşiya nexweşxaneya tenduristiyê ya jinan Tennon ku hatibû girtin, pêk were.
SKB bal kişand ku kurtaj di warê azadiya laşî ya jinan de cîhek girîng digre û destnîşan kir ku jinên di encama têkoşînên mezin de mafê xwe yê kurtajê bi qanûnî bi dest xistine, niha ji hêla dewletên serdest ên mêr ve bi qedexeyên cûrbecûr re rû bi rû ne.
Mafê kurtajê tê desteserkirin
SKB bi bîr xist ku mafê kurtajê li hin welatên Ewropî tê xwestin ku were desteser kirin, di daxuyaniya xwe de cîh da van gotinan: "Dewlet li Fransaye li hember daxwaza zêdekirina qanûnî ya dema kurtajê ji 12 hefteyan heya 14 hefteyan gav naevejê. Li Fransayê nenaskirina biryara desthilatdariya kurtajê ji bijîşkan re, biryar dayina jinan dibe asteng ku di derbarê laşê xwe de biryar bidin. Hilbijartina di vê mijarê de divê tenê bi peyvek ku dê di warê azadiya bedenî ya jinan de di navbera lêvên bijîşk de derkeve, neyê sînordarkirin. ”
Ji hêla din ve, destnîşan kir ku di dema qedexeyên pandemiyê de pêşî yekîneyên tenduristî û nexweşxaneyên jinan hatine girtin, SKB’ê di heman demê de bertek nîşanî girtina nexweşxaneya tenduristiya jinan a Tennon jî da. Di daxuyaniyê de hat xwestin ku ji bo tenduristiya jinan butçeyek were veqetandin.