Dê jinên Êzidîxanê Asayişa Jin ava bikin
TAJÊ di civîan xwe ya şeş mehan de gelek bernameyên weke avakirina asayişa jin û di pêvajoya hilbijartinên Iraqê de hîn zêdetir bi bername tevbigerin dan pêşiya xwe.
Şengal - Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li meclisa gunêd Guhbel ê civîna xwe ya şeş mehan li darxsit. Di civînê de jinan hem xebatên xwe nirxandin hem jî li ser rewşa Şengalê û geşedanên li herêmê nîqaş kirin. Civîn bi rêzgirtinê despêkir ji aliyê Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî, endama Koordînasyonê Ranya Îdo û endama wê Zozan Şengalî ve hate bi rêve birin, axaftina despêkê ji aliyê Berdevka TAJÊ Sebîha Sebrî ve hat kirin. Girêdayî xebatên jinan dan pêşiya xwe li hemberî êrîşan avakirina asayîşa jinê û ji bo hilbijartinên dê dema pêşiya me li Iraqê bên kirin hîn zêdetir bi bername xebitîn û gelek xalên dinê bûn. Jinên tevlî civînê bûn paşê ji kamereya me re axivîn, diyar kirin ku wan heya niha di xebatên heyî de pêşengî kirin, dê ji niha û şonde hîn zêdetir xwedî rol bin û bi berpirsiyariyek mezintir tevbigerin. Jinan dan zanîn ewê li hemberî êrîşên li ser vîn û baweriya wan tên kirin zêdetir bi bername û pilan tevbigerin.
“Xebatên TAJÊ bersiva êrişane”
Sebîha Sebrî di despêka gotinên xwe de tevahî şehîdên fermanê û şehîdên 16 û 17’ê Tebaxê yên ku ji aliyê dewleta Tirk ve bi êrişên balefiran hatî şehît kirin bibîranî û ev nirxandin kir: “Weke Tevgera TAJÊ di demek wiha de bi taybet meha Tebaxê ku ji me tevan re meheke reşe, civîna xwe li darxsitin sekna me ya li berambwerî dagirkeran dide diyar kirin. Ev civîn û xebatên me bi serê xwe bersive ji tevahî dijminên me re. Weke gelê Şengalê yê ku piştî fermana 3’ê Tebaxê bîrînên xwe bi xwe derman kirî û ji bo siberojên azad tama azadiyê kirî ji vê demjimêrê şûnde paşde gav avêtin nîne. Ji ber di oxira azadiya gelê me û xweseriya Şegnala de bi dehan şehîd me dan. Raste dujmin bi hovîtî êrişê civaka me dike lê em wek gel û pêşengên civakê heya dawî divê xwedî li mirasên şehîdên xwe û zarokên civaka xwe derkevin.”
“Ji hêz û rêxistinbûna gel ditirsin”
Sabiha sebrî di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser êriş û pilanên li ser pêşengên civaka Êzidî tên kirin û wiha got: “ Dujminên me di ferqa pêşketin û hêza gelê me deye ji bo wê ji hêza gel ditirsin û bênavber ji bo me bêdek û bê hêz bikin pêşengên me dikin armanc. Dixazin ku civaka me bê pêşenk bêhêlin ji bo wê ye ku di vê rêyê de hevalê Zerdeşt, Mam Zekî û herî dawî jî Hevalê Seîd kirin Armanc. Lê divê vê rastiyê bizanin pêşengên vê civakê çawa ji roja despêkê heya niha hebûne wê ji vir şun de jî hebin.”
Li bermberî êrîşên dewleta Tike yên kû perçeyek ji peymana 9’ê Cotmehê ne jî Sabîha Sebrî ev tişt got: “Li bermberî tevahî pilan û êrişên dagirkeriyê yên li ser vîn û bawerî ya me tên kirin gelê me bi hêz disekine. Tayîbetî jî hertim dayikên em bûne xwedî seknek bi hêz li bermberî dujmin. Li Şengalê dengê wan bilin dibe li bermberî êrişan. Dengê dûruşmên wan yên ji bo serkeftinê, hêz û taqetê dide me.”
“Di vê em bi xwe parastina deskeftiyên xwe bikin”
Endama TAJÊ Zehrê Reşo jî bal kişand ser pilanên li dijî bawerî û daxwazên gelê Êzidî û wiha got: “Siyaseta niha li ser fermandar û pêşengên me tên meşandin, hewceye em li hemberî van êrîşên siyasetmendar û pêşengên me dikin hedef bêdeng nemînin. Em di ferqa êrişên dijmin û xeyalên wan ên li ser tinebûna me didin jiyîne. Li şengal, Başurê Kurdistanê û derveyî welat tev dixazin me Kurdan li her derê tune bikin. Taybetî jî dixwazin çand û baweriya me tune bikin. Ji bo wê bangawaziya min ji tevahî gelê Êzidî re heye, em xwedî li hev derkevin û ji bo bidestxistina mafê xwe têbikoşin. Divê em li beramberî êrişên dijmin û pilanên wan ên qirêş şiyar bin. Em tev divê hem xwe biparêzin hem jî tekoşîna xwe bihêz bikin.”
“Emê li hemberî êrîîan têkoşînê bilin bikin”
Endama TAJÊ Rihan Şemo jî di derbarê kar û xebatên wan weke jinên Êzidî de ev nirxandin kir: “Di civînê de me xebatên xwe bi berfirehî dest girt, pêre jî me kêm û kurtiyên xebatên xwe rexnekir. Ji bo derbazkirin wan kêmaniyan me rêya dewlemet kirina rê û rêbazên xwe dît. Em weke jinên Şengalê ji bo ax û baweriya xwe ji bo şehîdên xwe çibikin kême, me soza xwe ya ji bo bilinkirina tekoşîna mafdar da. Em wê di demên pêş de li bermberî her êrişên heyî hîn bêtir xwedî helwest bin û ji bo em tevahî civakê zana bikin emê di nava kar û xebatan debin.”