Dê jin roja 1’ê Tîrmehê li Tunela Taksîmê kom bibin

Koma Kampanyaya Peymana Stenbolê pêk bînin, 1'ê tîrmehê dê li Tunela Taksîmê kom bibin û bertekên xwe bînin ziman.

 
Navenda Nûçeyan - Bertek û nerazîbûnên jinan a li hemberî betalkirina Peymana Stenbolê didomin. Jinan dê di 1'ê Tîrmehê salvegera betalkirina peymanê de li Tunela Taksîmê bicivin. Koma Kampanyaya Peyman Stenbolê pêk bîn, bi sernavê "Em dev jî Peymana Stenbolê bernadin, Mîtînga 19'ê hezîranê û di 1'ê tîrmehê li Tunela Taksîmê de li ber xwe bidin" daxuyaniyek weşand. Her wiha di salvegera biryara ku derbarê Nahîde Opuz de hatî dayîn de daxuyanî hat dayîn û banga derketina li kolanan hat kirin. 
“1’ê Tîrmehê em ê xwedî li jiyana xwe derkevin” 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Biryara ku derbarê Nahîde Opuz de hatî dayîn bû pêngava yekem Peymana Stenbolê. 12 sal beriya niha Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Nahîdeyê de biryarek da û helwesta Tirkiyeyê mehkûm kir. Piştî du sal şûnde jî Tirkiye Peymana Stenbolê îmze kir. Tirkiye li şûna ku jin û LGBTÎ+ biparêze Peymana Stenbolê betal kir. Em ê li her derê heta 1'ê tîrmehê behsa girîngiya Peymana Stenbolê bikin. Em dev jî peymanê bernadin û em banga dikin ku bila biryara betalkirinê nexin meriyete. Dê di 1'ê tîrmehê de li Tunela Taksîmê di saet 19.00'an de bicivîn. Em li dijî rol û mîsyona ku li me tê ferzkirin qebûl nakin. Em ê dakevin qadan. Maf, jiyan û Peymana Stenbolê ya me ye. Ji bo em xwedî li jiyana xwe derkevin, dakevin kolanan."