Dê jin ‘plana qederê’ ya bi HUDA-PAR hatiye nivîsin hilweşînin

Jin wê di hilbijartina tura dûyem ya serokkomariyê de li dijî zihniyeta AKP û HUDA PAR’ê bisekinin. Jin encam çi dibe bila bibe wê bibin yek û ‘plana qederê’ ya tîfaqa Cumhur bi HUDA PAR’ê re nivîsandin, bi têkoşînê wê hilweşînin.

SERPÎL SAVUMLU

Navenda Nûçeyan - Li Tirkiye di 14’ê Gulanê de ji bo hilbijartina serokkomarî û parlementoyê ku li gor hinekan hilbijartina ku qedera Tirkiye diyar bike ye, çûn ser sindoqan. Di hilbijartinên serokkomariyê de ji tura dûyem re roj tên jimartin. Avakirina nû ya Meclîsê, li kolanan, di şaşeyên televizyonan de ji aliyê her kesî ve tê axaftin.

Tifaq û hevkarên van tifaqan, dembûriya wan û daxuyaniyên wan di van hilbijartinan de yek bi yek hatin berfirehvekirin, ya herî zêde hatî axaftin piştgiriya HUDA PAR ya ji bo AKP’ê bû. Ev piştgirî bi tifaqekê hate tacîdarkirin û di liteya AKP’ê de 4 wekilên HUDA PAR’ê hatin hilbijartin. AKP bi HUDA-PAR’ê re ji bo  gelan û herî zêde jî ji bo jinan xwe amade dikin ku ‘plana qederê’ binivsin.

Li herêma 3’emîn a Stenbolê, AKP’ê di rêza 4’an de Zekerya Yapicioglu serokê giştî yê HUDA PAR’ê weke wekil hate hilbijartin. Ji partiyê navên din ên ku ketiye meclîsê sekretere giştî yê HUDA PAR’ê Şehzade demîr  di listeya AKP’ê de li Dîlokê di rêza 6’an de hatî nişandan, li Mersînê serokên herêmê yê HUDA PAR’ê Faruk Dinç ê ku di rêza 4’an de hatî nişandan. Li Batmanê berdevkê HUDA PAR’ê Serkan Ramanlî di rêza 2’em de hat nişandan.

Hevkariya AKP-HUDA PAR

Piştgiriya HUDA PAR ya tifaqa Cumhur, piştî hilbijartinê dembûriya partiye herî zêde di dijîtalê de hatî axaftin û pirsgirêka ku herî zêde hat lêgerînkirin bû. Bi taybet ew pêkanên û gotinên beramberî jinan dikin. werin em bi hev re li hevkariya AKP-HUDA PAR ji dembûriyê heta pêşerojê nîşanên çawa hêlaye em bi hev re temaşe bikin.

‘Tehliyeyên ku hevkariyê qewîm dikin’

Di pêvajoya hilbijartinê de nuçeyên tehliyeyên li pey hev tên bale dikêşe. Li Amedê 4 hizbulahçiyên ku sekereterê giştî yê berê yê zanînageha Dicle fakulteya Tibê Îbrahîm Sarî bi şelîta beraza kuştî û 20 kes qetilkirin, bejdarî çalakiyên 31 kes bi gule û amurên birînê birindar kirin bûne bi nukirina darizandina wan biryara sekinandina infazê dan û derket holê ku hatine berdan.  

 Ev berdan weke encama nêzîkbûna HUDA PAR û AKP’ê hate nirxandin. Sirac Şanli yê ku li ser navê hizbulah 2 kes kuştî û beşdarî çalakiya revandina 2 kesan bûyî derbarê wî de doza cezayê mihabatê yê giran lê hate vekirin û di gor li gundê melatiya fahrî dikir ji beriya 25 salan lê dihat gerîn. Siraç Şanli diyarkir ku ji ber berdana giştî ya hizbulahçiyan, yên ku digrin di demek nêz de tên berdan bi rizaya xwe çû edliyê teslîm bû. Siraç Şanlî bêyî ku rojekê girtî bimîne hate berdan.

Li aliyê din  derket holê ku 58 sekvanên Hizbulah li Amed Mêrdîn û Elihê ji bersûcê 183 cinayetan tên darizandin û cezayê heta hate yê girtigehê girtin û ji aliyê dozageriyê be hate erê kirin û hikumkirin dibin navê ‘Cardin darizandinê’ de bêdeng hatine berdan.

Hizbullah çi kiriye?

Hizbullah di sala 1984’an de Li Stenbolê dema hêzên ewlekariyê midaxeleyî dizina zêringirekê dikir û hêza ku bi wan ketî nava şer de û yek girtin derket holê. Yên ku di vê oparasyonê de hatin girtin qebulkirin ku rêxistin di sala 1993’an de ava kir, gelek çalakî li darxistin. Piştre  vesazbûna Batmanê çêbû Huseyn Velîoglu li Batmanê mala pirtukan ya Ilim ava kir. Hizbulahên ku weke ilimparêz têm binavkirin vesazbûna çengên wan ên bi taluke li vê derê çêbû. Ji sala 1991’an ve li bajarên Kurdan segvanên  cinayetên kiryarên wan nediyar Hizbullah bûn. Di nava wan de muxalîf, rewşenbîr, mela yan jî mirovên kar nêzî 700 kesan qetlkirin. 

Jin û zarok

D hedefa vê rêxistin de zarok û jin jî hebûn. Qetilkirina Mislmana feminist nivîskar Konca Kurîş din ava civakê de dengek veda. Konca Kurişa di 16 Tirmeha 1998’an de hatî revandin hate qetilkirin. Cenazeye wê piştî 555 rojan li Kony ali mala Hizbullahê hate dîtin. Hizbullah li kolana jin bi kezabê ceza dikir. Ji bo wê jî tîmên taybet avakirin. Helbet dîrokê vê rêxistinê ne ewqas kurte; têkilî û çalakiyên wana wek elisteyek ku dirêj dibe em dikarin rêz bikin. Emê îro bala xwe bidin qismê ku derbarê jinan de.

‘Me rê nîşanî hikumetê da’

Ya esas hevkariya AKP û HUDAPAR’ê di hilbijartinê de bi qoltixên wekilan hatiye tacîdarkirin, yan jî hevre xebitan xwe hertim dianîn ziman. Sala bûrî serokê giştî yê partiyê Zekerya Yapicioglu di salvegera 10’emîn ya partiya xwe de axivî û got: “Li cihê ku em li baxçivan bixin, em ketin derde tirî xwarinê, bi vê nêzîkatiya xwe gelek pirsgirêkên ku me kirin rojev, me rê nîşanî hikumetê da. Ev bu wesilaya gavan bi avêjin.” Yek ji wan gavên pirsgirêkên ku hatine avêtin  dibêjin rakirina hevpeyman Stenbolê ye. Zekerya Yapicioglu têgîna xwe ya netewperestiya civakê û li ser zagona 6284’an ne aramiya xwe tîne ziman û dibêje: “Mixabin destpêkê zagona 6284 ji bo pêkanîna vê peymanê qanûnên ku derxistine yan jî qanunên ku hene ew madeyên kul ê hatine zêdekirin li cihê xwe sekinîne û tehrîbatên wan berdewam dikin. Li cih zeyenda biyolojîk qanuna ku zayenda civakê cihê xwe yê rêvebirinê diparêzin. Divê hemû qenalên televizyonê bi qanunî li gora wekheviya zeyenda civakê polîtaqaya weşanê diyar bikin û neçar in pêk bînin.” 

Berdevkiya daxwazan AKP kir

HUDA PAR û hinek esên civakê di weşanan de bi caran peyama Stenbolê kirin hedef. Di encam de banga wan ji aliyê tifaqa AKP/MHP’ê beramber dît. Ji derveyî peymanê qanuna 6284, dozên êrîşên zayendî yên li beramberî zarokan, mafê jinan yê nefaqa, temenê zewacê ku hertim mijara ku ji aliyê jinan ve dihat nîqaşkirin  di destpêkê de dihat. Desthilatê dem dem ev bang hewil da di meclise di qanunên torbeyan de bikin zagon. Têgîna malbatê ya ku hertim AKP dianî ziman û jinê di nav de heps dike her roja ku diçe hîn zêdetir muhafazakar dibe û hema bêje ketiye nava sazumankirinê. Îro bi hilbijartinê re ketina HUDAPAR’ê ya meclîsê di aliyê jinan de weke taluke tê dîtin, di heman demê de ew zîhnyet ji bo jinan daxwaz kirin di meclîsê hertim dianîn ziman. Berdevktiya vê daxwazê AKP kir.

HUDA PAR çi dixwaze?

Di daxwazên hilbijartinê de daxwazên HUDA PAR  çi ne? Ev daxwazane jin nas dikin. Ji ber ev bi salane bi daxwazên cûda made made daxwazên xwe anîn rojeva meclîsê.

“- Divê mexdûriyeta zarokên bê bav yên jinên ku hîna temenê xwe ên 18 salî temam nekirin hatin zewicandin û hevjînê wan di girtigehan de were derbazkirin.

  • Di bin navê parastina malbatê de vesazkirin bawerî û kevneşopiya me li ber çavan bigirin û were amadekirin.
  • Meclîsa ku mafê temsîlkariyê ji gel digre, bê şüphe sînor hene. Derketina jii çarçoveya rêzdariya gelan de vesazî neye amadekirin. Qanunên ku çkirin li gora mafê mirovan, li gora bawerî û kevneşopiyên mirovan were amadekirin.
  • Yên ku darazê serbest kartînin divê sînorên wan hebe, ez vê serbestîye bi kartînim bi rêya nirxandinan jî be divê ev sînor neye derbaskirin.
  • Divê zagona 6284 were guhertin û pêkanîna nefeqaya bê dem bi dawî bibe.”

Di bin navê zewacê de rê li ber êrîşa zayendî çawa vebû?

Desthilat AKP-MHP ev daxwaz dem dem anîn rojevê. Ji sala 2016’an heta niha zarok bi kiryarên êrîşa zeyandî re tên zewicandin, bersûc bê ceza tê hêlan û weke vesaziya  ‘efuya zewacê’ tê zanîn di her torba zagonê de cih girt. Lê di esasê de desthilat biryara istismara beramberî zarokan, bi rapor û rêbazan re gav bi gav rewa kir. Di sala 2009’an de di rêbazên ku hatî weşandin zarokên ku diçin dibistana navîn zewicandina wan hate serbestkirin. Ev gavek giring bu ku rê li ber istismara zaroka vekir. Di sala 2009’an de bi guherînên rêbazî re di dibistanên avînde rê li ber nîşanlîkirinê vekir, lê belê zarokên ku hatin zewicandin hemû têkiliyên wê bi dibistanê re hate birîn.  Ev reş zorêkirina perwerdeay hunandî û durxistina zarokê ji perwerdê cezakirina wê keyfiyetek bi tirs dihilgirt. Dema hatin meha Îlona sala 2013’an  guherînên ku hatin kirin ji bo xwednekarên zewicî perwerdeya amadeyîya vekirî ji bo wan weke mecbûrî lê kirin. Yên ku hikmê hem zewicî hem jî xwendevan dide, temenê herî kêm yê zewicandinê 17 salî ev vesazî li dijî qanunên medenî ye, astegiyek din ya li pêşiya zewaca temenê biçûk rakirin. 

Daxwaza HUDA PAR’ê ihtîmala zewacê

Di Gulana 2015’an de dadgeha zagona bingehîn beriya mehra resmî, mehra mela yên ku çêdikin hukmê cezadayînê rakir. Wisa hem mêr ji yeke zêdetir têkiliya wan bi jina re çêdibin zewaca zêde û hem jî neçariya mehra resmî ji holê rakirin. Şert û mercên zewicandina zarokan carek din asan bû. Cardin di heman salê de di meha Mijdarê de dadgeha zagona bingehîn bi betalkirina zagonekê re rê li ber rizaya zarokan ya têkiliya zayendî ji 15 salî anîna 12 salî vekir. Yek ji hêceta iptalkirinê ya dadgehê  ‘temen mexdûr ikmal û têkiliya bi bersuc ihtimala vegera zewaca resmî’ di dozê de ‘îhtimala zewacê’ hate nirxandin û bê cezatî ditînin.

Xebatên komisyonê û daxwazên wan

Di sala 2015’an de di nava civakê de bi navê ‘komisyona berdan’ ku hatî bi navkirin komîsyonek hate avakirin. Komîsyon piştî xebatên xwe rapora ku amade kirî hema bêje heman heman daxwazên HUDA PAR ên di hilbijartinê de ye. Komisyona ku rapor weşandî mafê jina yên nefaqaê sînordarkirin, di rewşa hevberdanê de parvekirina mal weke hev ji holê rakirin, erkdarên dinî navbeynakarîkirin ku hevberdanê asteng bikin, kesê ku tundîtûjiyê pêktîne divê hevdîtina bi zarokên xwe re berdewam bike gelek xesbkirina mafan anîn rojevê. Di aliyê zarokan de rapor istismarkerê ku zarok tecawîz kirî 5 salan bê pirsgirêk û serkeftî zewacek bide berdewamkirin û pêşniya serbestkirina bi kontrol hate kirin.

Jinên têkoşînê dikin di rêza wê meclîsê de ne

Mafê zarok û jinan di wateya zagonê de di wateya guherînên qirkirinê de û tiştên ku li jêr hatîn rêzkirin hin zêdetir daxwazên HUDA PAR û bi destê desthilata AKP-MHP’ê xistin meriyetê ye. Tifaqa Cumhur ku di masaya xwe û hilbijartinê de cih dayî HUDA PAR di rojên were de ka rojevek çawa li pêşiya jin û zarokane sinyalên wê dan. Bi hilbijartina 14’ê Gulanê re di rêzên meclîsê de êdî parêzvanên bi biryar yên van daxwazan wê birûnin. Di bernameya partiya HUDA PAR’ê de îfadeya ku ‘divê jinên bi tenê jiyan dikin lê xwedî derkevin’ di gotina ku ‘Jin û mêr ne wekhev in’ dive beyanên jinan esas werin girtin û weke kesekê hebûna wan ya di nava civakê de demek ku hemû tişt ji nu ve were niqaşkirin û ji nu ve were sazumankirin li pêşiya jinan. Enceq divê neyê ji bîrkirin li beramberî vê nêzîkatiyê û gotina xwe bêje û jin li dijî hemû tiştî dest ji mafê xwe bernade di rêzên wê meclîsê de cihê xwe girtin. Bi hêza jinên li qadan li wêderê ne. Bê guman jin wê di hilbijartina tura dûyem ya ji bo serokkomariyê ku wê di 28’ê Gulanê de pêk were biçin ser sindoqan û wê li beramberî vê zihniyetê bisekinin. Jin encam çi dibe bila be wê tifaqa cumhur û HUDA PAR a bi hev re ‘plana qederê’ nivîsandin, hilweşînin.