Dê jin ji bo 8’ê Adarê kombibin

Dê jinên Tirkiyê 8’ê Adara îsal li her deverê di çalakiyan debin, li hemberî şideta bi pandemî û feqîriyê re pêşketî dengê xwe bilind bikin.

Navenda Nûçeyan – Hemû jinên cîhanê ji bo di 8’ê Adarê de li kolanan daxwazên xwe bînin ziman di nava amadekariyan de ne. Li Tirkiyê jî jinan despêkiriye cihê hevdîtinê diyar dikin.
 “Dê destê me li pistoya we be”
 Platforma 8’ê Adarê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kirk u dê 5’ê adarê roja înê saet di 18:00’an de li Îskeleya Beşiktaş a Kadikoyê bicivin û ji bo tevlîbûnê bang li jinan kir û got: “Em li hemberî şideta ji ber feqîriyê zêdebûye, li hember şideta mêr-dewletê li Kadîkoyê ne.” Sernava sereke ya çalakiyan îsal dê  “Dê destê me li pistoya we be” her wiha dibin vî sernavî de dê jin li  ser hesabê xwe yên medyaya civakî xebat û açalkiyên xwe par bikin.
Meclisa Jinan jî ji bo kombûnê di heman demjimêrê de li heman cihî bang li jinan kir. Sekretera Giştiya Platforma Emê Qetilkirinên Jinan Rawestînin Fidan Ataselim jî di peyama li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par kirî de got: “Dê jin jî xwendekar jî ticarî tenê nemeşin. Emê qeyuman jî pergala deshilatiya mêr jî bibin bixin.”
Li Denizliyê jî beriya 8’ê Adarê mehekê qedexeya çalakiyan hat îlankirin. Jinan bertek nîşanî qedexeyê dan û gotin: “Dê ji bo qedexeyan bersiva me bi rêxistinkirinê be.”