Dê jin jî bikaribin li Meclisa Pîskoposan deng bi kar bînin
Êdî jin jî wê bikaribin li Meclisa Pîskoposan (Synod) ku yek ji dezgehên şêwirmendiyê ya girîng ên Dêra Katolîk a Vatîkanê ye, deng bi kar bînin.
Navenda Nûçeyan- Li Vatîkanê lîderê rûhanî yê Katolîkên Papa Francis, hin guhertin di normên girêdayî rêveberiya Meclisa Pîskoposan a ku yek ji dezgehên girîng ên şêwirmendiya Dêra Katolîk e pejirand. Li gorî guhertînên hatine kirin; li Sinodê ku heta niha tenê piskoposan dikaribûn dengê xwe bidin, kesên ne pîskopos û bi taybetî jî endamên jin jî dê bikaribin dengê xwe bi kar bînin.
Şert e ku nîvê 70 endaman jin bin
Li gorî nûçeya di Gazete Duvar de cih digre di çapemeniya Îtalyayê de hat diyarkirin ku ev guhertin ji bo Vatîkanê 'xala zivirînê ya dîrokî ye' û ' di Dêra Katolîk de nûbûneke bêemsal e.’ Di nûçeyên ku di çapameniyê de derketin, hat diyarkirin li Sinodê dê 70 endamên nû bên tayînkirin, şert e ku divê nîvê wan jin bin û ev kes jî dê bikaribin deng bi kar bînin.
'Guhertineke girîng e lê ne şoreşek e'
Di Sinoda ku dê nezî 370 endaman pêk were de tê payîn ku 6 ji wan li hundirê dêrê û 35 ji wan wek nû hatine tayînkirin, bi giştî 41 jinên dikarin deng bi kar bînin hebin. Bi vî awayî, di Sinodek din a ku tê plankirin di meha Cotmehê de bicive, nûnertiya jinên ku dê dengê xwe bidin dê nezî ji sedî 10 be.
Kardînal Jean Claude Hollerich ku yek ji navên berpirsên rêxistinkirina Sinodê ye, di daxuyaniya xwe ya ji çapemeniyê re wiha gotibû: "Ev guhertineke girîng e lê ne şoreşek e." Papa Francis beriya niha jî di mijara ku jin di rêveberiya Dewleta Vatîkanê rolên payebilind bigrin de gav avêtibû.