“Dê jin hesabê vê qetilkirinê bipirsin”
Têkildarî êrîşa ji aliyê kesê binavê Onur Gencer li hemberî Rêxistina HDP'ê hatî kirin û di encamê de Denîz Poyraz qetilkirî Meclisa Jinan a HDP'ê û TJA yê gotin: "Dê jin hesabê vê qirkirinê bipirsin."
Navenda Nûçeyan - Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) derbarê êrîşa li ser rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz de li ser hesabê xwe yê Tweettir ê peyamek weşand û êrîş şermezar kir.
Peyama Meclisa Jinan a HDP'ê wiha ye: "Êrîşa çekdarî ku li hemberî rêxistina me ya îzmîrê hat kirin bû sedema qetilkirina hevala me Denîz Poyraz. Wê îqtîdar û hevkarên xwe hedabê hedefnîşandanê bidin."
Peyama TJA'yê jî wiha ye: "Îro li hemberî aktîvîsta me li rêxistina HDP'ê ya Îzmîrê êrîşeke hovane pêk hat. Di encama êrîşa ku bi hevkariya Dewlet- mêr pêk hat de hevala me ya xebatê Denîz Poyraz hat qetilkirin. Em vê êrîşê şermezar dikin. Bila herkes bizanibe ku tu qirkirina hesabê wê ji aliyê têkoşîna azadiya jinê ve nehatiye pirsîn tune ye."