Dê binpêkirinên di hilbijartinan de hatiye kirin were lêkolînkirin

Ji bo giliyên ku li ser hilbijartina taybet û giştî ya dema 6’emîn ya parlementoya Herêma Kurdistanê hatine kirin were lêkolînkirin, sê komîsyon hatine avakirin.

Navenda Nûçeyan- Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, encamên hibijartina parlementoya herêma Kurdistanê ku di 20’ê Cotmehê de hatî kirin eşkere kir. Li gor encaman PDK, bû yekem, YNK, bû duyem, Nifşê Nû bû sêyem. Komisyonê diyarkir ku ji bo giliyên di hilbijartina taybet di 18’ê Cotmehê de û hilbijartina giştî di 20’ê Cotmehê de hatî kirin 3 komîsyon avakirine. 

3 komîsyonên ku hatine avakirin, diyarkirin ku li bajarên Hewlêr, Dihok, Silêmanî û Helebce ku sîndoq lê hatîn danîn de giliyên hatine kirin wê lêkolîn bikin. Komîsyona hilbijartinê, diyarkir ku di dema dengdayîna giştî de 71 gilî tomar kirine.