‘Dê Îran û Efganistan ji dijminên jinan werin paqijkirin’

Derûnînas Yalda Ahmad bertek nîşanî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî û Şerîfe Muhamemedî hatiye birîn da û diyar kir ku wê Îran û Efganistan ji dijminên jinan werin paqijkirin û got: “Faîlên van sûcan wê di dadgeha gel de werin darizandin.”

BAHARÎN LEHÎB

Kabîl- Dewleta Îranê ji bo pêngava ku bi şoreşa ‘Jin, jiyan, azadi’ re hat destpêkirin biçewisîne, yên ji bo xwe muxalif dibîne, bi taybetî jî li hemwelatiyên Kurd cezayê darvekirinê dibire. Cezayên darvekirinê yek bi yek tên bicihanîn, herî dawî jî ji bo rojnameger Pexşan Ezîzî û aktivîst Şerîfe Muhammedî cezayê darvekirinê hat dayîn. Efganîstan jî yek ji wan welatan e ku di nava wî dîmenê tarî de cih digre lê belê li her du welatan jî jin azadiya xwe dixwazin û dev ji têkoşînê bernadin.

‘Li ku derê zilm hebe berxwedan jî heye’

Cezayê darvekirinê yê li Îranê ji bo du jinan hat dayîn, weke hemû derê li Efganistanê jî hat şermezarkirin. Derûnînas û aktivîsta mafên mirovan Yalda Ahmad girêdayî cezayê darvekirinê yê ji bo Pexşan Ezîzî û aktivîst Şerîfe Muhammedî hatiye birîn axivî û got: “Komara Îslamê ya Îranê, di destpêkê de jin, bi şiyarbûna gelê xwe tirsek mezin dijî û her dem dengê ku dikeve pêşiya wan bi hincetên cur be cur diçewisîne lê li ku derê zilm hebe berxwedan jî heye!” 

‘Bi jinên şoreşger ên Îranê re piştgiriya xwe îlan dikim’

Yalda Ahmad anî ziman ku gelê Îranê û jin jî li hemberî zilmê di nava berxwedanê de ne û wiha axivî: “Komara Îslamê ya Îranê her çiqas jinan, mêran û zarokan qetil bike jî li dijî wê têkoşîn û berxwedan zêdetir dibe. Ez derûnînasa Efganî Yalda Ahmad, vê êşa hevpar bi dengekî bilind diqîrim û ji bo jinên şoreşger ên Îranê piştgiriya xwe îlan dikim.”

‘Fail dê di dadgeha gel de werin darizandin’

Yalda Ahmad di dawiyê de wiha got: “Jinên li welatê min, weke jinên Îranê ne, di zindanên Talîbana cahil û terorî de her roj bi awayê herî xirab îşkence dibînin lê em hemû dizanin ku ev xwîna hatiye rijandin dê bêbersiv nemîne. Welatên Îran û Efganistanê dijminên jinan in, roja ku ev welat ji cehalet û olperestên ku hîmê xwe li ser kujeriyê ava kirine bê paqijkirin, rojên faîlên van sûcan di dadgeha gel de werin darizandin nêz e. Bi hêviya wê rojê! Her bijî piştgiriya hemû jinên cîhanê! Her bijî têkoşîna gelê Îranê ya ji bo mafan! Ji înfazê re na! Ji Komara Îslamê ya Îranê re na!”