Dê 36 partiyên siyasî li Tirkiyê beşdarî hilbijartinên xwecihî bibin

Serokê YSK'ê Ahmet Yener derbarê hilbijartinên xwecihî yên di 31'ê Adarê de bên kirin de daxuyaniyek da û diyar kir ku dê 36 partiyên siyasî beşdarî hilbijartinê bibin.

Navenda Nûçeyan - Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) Ahmet Yener derbarê hilbijartinên rêveberiyên xwecihî yên ku tê plankirin di 31ê Adara 2024'an de bên kirin de daxuyanî da.

Ahmet Yener, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ji dîroka 1’ê Çileya 2024’an pê ve salnameya hilbijartinê dest pê kiriye û wiha got: "Li gorî salnameya me ya hilbijartinê ya têkildarî hilbijartinên rêveberiyên xwecihî ya 31’ê Adara 2024’an hat îlan kirin, YSK’ê di civîna xwe ya îro pêkanî de partiyên siyasî yên ku dê beşdar bibin diyar kir. di civîna xwe ya îro de navên partiyên ku dikarin di hilbijartinê rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adara 2024’an bibin eşkere kir. 36 partiyên siyasî dê beşdarî hilbijartinê bibin.”

Navên 36 partiyên siyasî yên ku dê tevlî hilbijartinê bibin wiha ne:  

“DEM Partî, Partiya Yekitiyê ya Edaletê, Partiya Edaletê, AKP, Partiya Neteweyî ya Anatoliyayê, Partiya Anavatanê, Partiya Tirkiyeya Serbixwe, Partiya Yekitiya Mezin, CHP, Partiya DEVA’yê, DSP, Partiya Demokrat, Partiya Kedê, Partiya Pêşerojê, Partiya Ciwan, HKP, HUDA-PAR, Partiya Îyî, Partiya Memleketê, MHP, Partiya Saadetê, Partiya SOL, SOL Partî, TÎP, TKH, TKP, Partiya Vatanê, Partiya Yeniden Refahê û Partiya Zaferê.”