Dê 200 parêzer li gel çalakiya nobeta “edaletê” amade bibin
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar sibê dikeve roja 200’an. Malbat li bendê ye 200 parêzer sibê bi wan re tevlî çalakiyê bibin.
Riha– Emîne Şenyaşar a di encama êrîşa parêzvan û xizmên Wekîlê AKP'ê İbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûyî 9’ê Adarê li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya nobeta “edaletê” kirin di roja 199’an de dewam dikin.
Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar li pêş avahiya edliyeyê cihê ku weke "Quncika Edaletê yê Malbata Şenyaşar" tê binavkirin bi dowîza "Em ji bo her kesî edaletê dixwazin" dest bi nobeta xwe kirin.
Parêzerê malbatê Gokhan Dayik ê di çalakiyê de amadebû bi bîr xist ku nobeta “edaletê” wê sibê bikeve roja 200'emîn û wiha got: "Sibê, bi wesîleya roja 200'î, em ê bi 200 parêzeran re li ber edliyeyê bang bikin da ku karibin daxwaza edaletê ya malbatê bînin ziman. Li dijî neheqî û zordariyê bisekinin. Çalakiya ku malbatê di encama bêedaletiyê û neheqiyê de pêk anî berdewam dike. Malbat hem ji bo xwe û hem jî ji bo her kesê ku di rewşek wekhev de ye daxwaza edaletê dike. Em hemû hevkarên xwe yên li vir vedixwînin ku li hember pergala neheq a li welatê me bertekê nîşan bidin. Divê em hemû xwedî li vê daxwaza edaletê derkevin. Em hevkarên xwe vedixwînin ku bi boneya roja 200’emîn bi cubeyên xwe werin vê derê.”